Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû 2022-04-20 15:01:55   MÊRSÎN - Mazlum Dûrsûn ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtîbû û berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan.    Mazlum Dûrsûn li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtîbû. Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîgehê berdana Dûrsûn taloq kiribû. Dûrsûn di 15’ê nîsanê de ji girtîgehê hat berdan. Koma ku ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AKKAY-DER), aktîvîstên TJA’yê, Hevserokên HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kuş, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê û xizmên girtiyan pêk dihat çûn mala malbata Dûrsûn serdana wî kirin.    Dûrsûn di sala 2014’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Li gorî qanûnê divê Dûrsûn di 21’ê gulana 2021’an de bihata berdan lê Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîgeha Wanê berdana wî bi hêceta “ne halê baş e” taloq kiribû.