Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin 2022-04-20 15:32:56   KONYA - Danişîna doza ku derheqê êrişa ser malbata Dedeogullari de hatibû vekirin, îro hate dîtin. Daxwazên parêzeran ên yekkirina dosyayan û girtina faîlan hate redkirin.    Malbata Dedeogullari di 30’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişeke nîjadperest hat û ji malbatê 7 kes hatin qetilkirin. Beriya komkujiyê di 12’ê gulanê de jî endamên malbatê rastî êrişa nîjadperest a malbatên Keleş û Çalik ku cîranên wan bûn, hatibûn. Têkildarî vê êrişê doz hatibû vekirin û 3’yemîn danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hate dîtin.    Parêzer Atîlla Kart di danişînê de axivî û xwest ku teqîbat were berfirehtirkirin. Kart, sedema vê daxwaza xwe jî vegot û mînakeke daxwaznameya xwe ya ku rojek berê di doza komkujiyê ya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hatibû dîtin de pêşkeşî şandeya dadgehê kirî da dadgehê.    ‘DELÎL TÊN TUNEKIRIN’   Bi domdarî Kart da zanîn ku delîlên nû derketine holê lewma dixwaze ku dosyaya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran tê dîtin û ya li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran tê dîtin bibe yek dosya. Kart, her wiha li dijî îfadeyên polîsê ku weke şahid hatiye guhdarkirin jî axivî û wiha bertek nîşan da: “Hêj koma lêkolînkirina cihê bûyerê nehatî, polîsan çûv rakiribûn. Hûn bi vê yekê delîlan tune dikin. Erîşkar tevek jî bi sivikî birîndar bûbûn lê endamên malbata Dedeogullari bi giranî birîndar bûne. Ev agahî tenê jî bi tena serê xwe êrişê piştrast dike.”     ‘PARASTINA HIQÛQA KURDAN GIRÎNG E’    Di berdewamê de Kart qala îtîrafên Alî Keleş û Lutfî Keleş kir ku êriş li xwe girtibûn û wiha domand: “Ev îtîraf, delîlên girîng in. Şandeya dadgehê ji bo tunekirina delîlan bingehê amade dike. Parastina hiqûqa mirovan girîng e. Her wiha parastina hiqûqa kurdan jî girîng e.”   Serokê dadgehê biryara xwe ya navberê da. Dadgehê biryar da ku aqûbeta muzekereyên di rûniştinên din de hatibûn nivîsandin lê nehatibûn bersivandin were pirsîn, daxwaza yekkirina dosyayan red kir, rewşa girtî ya Lutfî û Alî Keleş dê bidome û daxwaza girtina faîlên din jî red kir.    Danişîna dozê taloqî 1’ê tîrmehê hate kirin.