Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin 2022-04-20 16:24:55   ÎZMÎR - Li Îzmîrê, di serdegirtina malan de 4 xwînerên Partîzan û YDG'ê hatin binçavkirin.    Di saetên serê sibehê de polisan li Îzmîrê bi ser malan de girtin û 4 xwînerên kovera Partîzan û Ciwaniya Demokrat a Nû (YDG) binçav kirin. Di serdegritinan de polisan Z.T., H.B., M.K. û S.Y.K. binçav kirin. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat hînbûn ku derbarê wan de biryara binçavkirina du rojan heye. Polisan her çar kesan jî birin Miduriyeta Polisan a Îzmîrê.