Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’ 2022-04-20 16:49:43 ENQERE - Endama Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê ya HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku girtî tên kuştin û îdareyên girtîgehan ji vê re dibêjin “întîhar kiriye.”    Parlamenterên HDP’ê yên ku endamên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê ne têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xistin.   Li ser navê parlamenteran endama Komîsyonê Fatma Kurtulan axivî û destnîşan kir ku wan wek heyet serdana girtiyên li Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê, Girtîgeha Îdirê yên Tîpên S’yê, Girtîgeha Panosê û Girtîgeha Wanê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê kirine û li girtîgehan derbarê binpêkirinên mafan de li girtiyan guhdar kirine. Kurtulan got tişta ku girtiyan ji wan re parve kiriye wan jî bi dozgeran re parve kirine. Kurtulan wiha got: “Di serdanên ku me kirin de pir eşkere tespît piştrast dikin ku li girtîgehan li dijî girtiyan şer hatiye destpêkirin. Îşkence li girtiyan tê kirin. Girtî bi îşkenceyê tên kuştin. Binpêkirinên mafan ên mezin diqewimin. Girtî li girtîgehan dimirin, tên kuştin. Îdareyên girtîgehan û gardiyan ji vê re dibêjin, ‘întîhar kiriye’. Em carek din li Meclisê gazî rayedaran dikin, di serî de binpêkirina mafê jiyanê û hemû binpêkirinên mafan rawestînin. Em ê her li dijî van binpêkirinan bisekinin. Em ê îşkenceyê jî her eşkere bikin.”