ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-21 09:00:32 * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku armanca Tirkiyeyê, NATO û PDK'ê bi şirîkatî bi yek carê têkoşîna gelê kurd têk bibin û got: "PDK'ê dijminahiya xwe ya li hemberî gelê kurd îlan kir."  * Hevserokên DBP’ê û HDP’ê yên Wanê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê li herêmên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin dan û wiha gotin: “Êrişên Tirkiyeyê ne li gorî aqilan e. PDK jî xiyanetê li gelê kurd dike.”   * Rojnameger Nîhat Kaya diyar kir ku operasyona dawî ya Tirkiyeyê dibe ku rê li ber parçebûna Iraqê veke û wiha got: “Yan dê kurd rastî komkujiyeke din werin an jî dê statûya xwe bi dest bixin.”    * Muslum Karak ê 67 salî yê bi pençeşêrê ketiye û di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de gelek ferdên malbata wî jiyana xwe ji dest dane û bûye şahidê girtina wan û îşkenceya li wan hatiye kirin, got: "Hêviya me ji tu cihî tune ye. Ji bo gelê me çi hewce be em amade ne."   * Rojnamevanên ku têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd axivîn, anîn ziman ku çapemeniya kurd tevî hemû astengî û êrişan jî li ser pêyan e.    * Ji ber înşeatek ku qeyûmê Mêrdînê çêdike xesarê da bîrên Dêra Mor Efremê û avxwînî bû. Ji ber avxwînîbûnê rê û dêr bi talûkeya hilweşînê re rûbirû maye.    * Endamê MALÇEP'ê Kenan Saraç ku li dijî texrîbkirina eklojiya Meletiyê têdikoşe got: "Bi qirkirina nebatên endemîk û xwezaya herêmê dixwazin em serî li ber wan bitewînin."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 409'an de berdewam bike.    * Danişîna doza ku derbarê Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan û Hevseroka HDP'a Amedê ya berê Hulya Alokmen de hatibû vekirin wê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza ku li 20 endamên DÎAY-DER'ê hatibû vekirin wê li 34'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin.  (10.30)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, derbarê mijarên di rojevê de wê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Wê li Wan û Îzmîrê derbarê amadekariyên 1'ê Gulanê de daxuyanî bên dayîn. (11.00-14.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, wê debrarê ferzkirina paşveşandina penaberan de li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar bixe. (12.00)   * Nobetên edaletê yên malbatên girtiyan wê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bikin. (12.00-16.00) ZINDÎ