‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’ 2022-04-21 09:07:21 WAN - Hevserokên DBP’ê û HDP’ê yên Wanê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê li herêmên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin dan û wiha gotin: “Êrişên Tirkiyeyê ne li gorî aqilan e. PDK jî xiyanetê li gelê kurd dike.”   Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên bi ser Başûrê Kurdistanê ve ji hewayî û bejahiyê ve şer da destpêkirin. Ji bilî rêxistinên sivîl ên civakî, bertekên partiyên siyasî jî yên li dijî şer didomin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Gulderen Varli û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Fîkret Dogan bertekên tund nîşanî şerê hatiye destpêkirin dan.    Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku şer ji derveyî aqilan e û wiha got: “Tecrubeyeke 40 salan heye û di vê demê de heman senaryo tên domandin. Em dizanin ku 40 sal in ev senaryo bê encam dimînin. 40 sal in civak ji bo berjewendiyên xwe tê bikaranîn. Di demekî ku teknolojî evqas pêşketî de divê civak xwe bi rêxistin bike. Cihekî tiştên derveyî aqilan çêdibin jî divê gel xwe li dijî vê xwe birêxistin bikin.”   ‘DIVÊ CIVAK LI DIJÎ ŞER DERKEVE’   Dogan, da zanîn ku şerê li dijî gelê kurdan 40 sal in tê meşandin li civaka Tirkiyeyê dide windakirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku tiştekî desthilata AKP’ê nema bide civakê serî li rêbazên şer û mîlîtarîst dide û manîpule dike. Divê civak û gel ji vê re bêjin rawest e. Ev şer bi tu awayî ne ji bo berjewendiya gel û mirovên me ne. Divê civaka me êdî ji vê re bêje bes e. Ev şer zirarê dide gelê kurd jî û gelê tirk jî. Divê hemû beşên civakê li dijî vê politikaya şer û dagirkirinê derkeve.”   POLÎTÎKAYÊN BINAKOK ÊN DESTHILATÊ   Dogan, bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya weke navbeynkar a di navbera aliyên di şerê Rûsya û Ûkraynayê de cih digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên dibêjin em ê di navbera aliyan de aştiyê pêk bînin, ka berpirsyartiya we ya li dijî gelê we? Ev rewş durûtî ye. Ev desthilat bi salan e baweriya civakê îstîsmar dike.”   ‘DIVÊ MALBATA BARZANÎ DEST JI VÊ XETAYÊ BERDE’   Dogan, ê li ser rola şer ê operasyonê sekinî wiha got: “Heke em jî weke hemû gelên li cîhanê dixwazin xwe bi rê ve bibin, sedem çi dibe bila bibe divê beriya her tiştî em aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin. Em ji rêveberiya PDK’ê û rêveberiya Kurdistanê re dibêjin lê rastî ne wisa ye. PDK, rêveberineke malbatekê ye. Heke hûn berjewendiyên 50 milyon mirovan girêdayî berjewendiyên malbatekê bikin ev nayê qebûlkirin. Malbata Barzanî hevkarê vê gunehê ye. Tu feydeyê vê rewşê ne ji gelê kurd ne jî  ji gelên rojhilata navîn tune ye. Divê PDK jî malbata Barzanî jî demildest ji vê xetayê vegerin. Tu feydeyê vê rewşê ji yekitiya neteweyî re nîne. Berovajiyê wê bandoreke nebaş heye. Divê gelê kurd kesên li dijî yekitiya neteweyî disekinin qebûl nekin.”   ‘PDK ÎXANETÊ LI GELÊ KURD DIKE’   Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli jî diyar kir ku bêyî cudatî li dijî şerê li ser gelan tê meşandin, li rex aştiyê ne û wiha got: “Em li dijî şerê ku AKP’ê û MHP’ê bi hevkariya PDK’ê li dijî gelê kurd dane destpêkirinin. Desthilat ji ber ku li her qadê diqede ji bo bekaya xwe şer da destpêkirin. Şer mirinan bi xwe re tîne. Divê PDK demildest ji vê xetayê vegere. Ne gelê kurd ne jî gelên Tirkiyeyê ne alîgirê vî şerî ne. PDK weke şîrketeke malbatî tevgeriyaye û bêyî ku pirsa gel bike ketiye nava şer. PDK îxanetê li yekitiya neteweyî dike. PDK, îxanetê li destkeftiyên gelê kurd ên 50 salan dike. Di nava navê PDK’ê Kurdistan heye lê polîtîkaya wê Kurdistanî ye. Ev şer îxaneteke li kurdan hatiye kirine û ev îxanet tu caran nayê ji bîr kirin. Divê demildest dest ji vê îxanetê bê berdan.”   MA / Mehmet Şah Oruç