Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike 2022-04-21 09:08:15 MÊRDÎN - Rojnameger Nîhat Kaya diyar kir ku operasyona dawî ya Tirkiyeyê dibe ku rê li ber parçebûna Iraqê veke û wiha got: “Yan dê kurd rastî komkujiyeke din werin an jî dê statûya xwe bi dest bixin.”    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê operasyoneke nû da destpêkirin. Di çarçoveya “Operasyona Pence-Nifte” yê de Tirkiye hewl dide xwe li herêma Zapê bi cih bike. Bi destpêkirina operasyonê re jî Wezareta Karên Hundir a Iraqê nota da Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê. Wezaretê xwest ku Tirkiye hemû hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne û rêzê bo mafê serweriyê yê Iraqê bigire.    Rojnameger Nîhat Kaya têkildarî operasyona dawî bi ajansa me re axivî û got ku dê bi operasyona dawî re hevsengiyên li herêmê biguherin û dibe ku Iraq parçe bibe.      ‘JI VALAHIYÊ SÛD DIGIRIN’   Kaya, da zanîn ku bi şerê Rûsya-Ûkraynayê re li herêmê di hêla hêzên navneteweyî de valahî çêbûye û wiha domand: “Tirkiyeyê ji vê valahiyê sûd girt. Jixwe hemû kes li benda êrişa Tirkiyeyê bû. Tirkiye di hevsengiya navbera Rûsya û NATO’yê de ji xwe re cihekî hesas girtiye. Tirkiye ji hêla leşkerî û aborî ve sûdekî mezin ji krîza Ûkraynayê girt. Hemû cîhanê deriyên xwe ji Rûsyayê re girtin lê Tirkiyeyê negirtin. Tirkiyeyê ji vê rewşê sûd girt û plana êrişê kir. Jixwe KCK’ê hêj di serî de ev ferq kir.”   ARMANCA TIRKIYEYÊ DAGIRKERÎ YE    Bi domdarî Kaya, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze beşeke din a Herêma Kurdistanê dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke bala xwe bidin ser, dibînin ku ji sala 2017’an heta niha xwe parçe parçe li başûrê Kurdistanê bi cih kir. Herêma ku li naverastê dimîne jî Zap e. Niha li ser çend girên ser sînor bi cih bûn. Sedema navê Pence-Nifte jî ev e. Ji sînorê Îranê heta yê Sûriyeyê, hema hema li seranserî herêmê xwe li ser hinek giran bicihkirin. Ev, herêma dagirkeriyê ye. Ji valahiya Şerê 3’yemîn ê Cîhanê sûd girtin.”     JI KRÎZA SIYASÎ YA LI IRAQÊ SÛD GIRTIN    Di berdewamê de Kaya anî ziman ku hem Iraq û hem jî hêzên navdewletî êdî êrişên bejahî û hewayî yên Tirkiyeyê asayî dibînin û wiha dom kir: “Her çend ku piştgiriyeke xurt a navneteweyî nebe jî, dîsa jî dikevin. Lê ditirsin bê ka encamên wê yên aborî û siyasî dê çi bin. Hem helwesta DYA’yê û hem jî ya Rûsyayê zanîn. Rewşa heyî dest û lingên Iraqê girê dan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî ev rewşa tevek dan ber çavan û operasyon dan destpêkirin.”    BANDORA XAZA XWEZAYÎ Û NEFTÊ   Kaya, got ku bi şerê Rûsya-Ûkraynayê re dê Ewropa di mijara peydakirina xaza xwezayî de pirsgirêkan bijî û derbirî: “Tirkiye û PDK jî dê vê mijarê bi kar bînin. Niha li dijî Gareyê êrişek nîne lê dibe ku di rojên pêş de çêbibin. Ji ber ku li Gareyê hem xaza xwezayî û hem jî neft heye. Barzanî û Erdogan dixwazin di vê mijarê de li hev bikin û pêşkeşî cîhanê bikin. Qada navneteweyî jî piştgiriyê dide wan. Bi bikaranîna neft û xaza xwezayî dixwazin piştgiriya hêzên navneteweyî bigirin.”    HELWESTA PDK’Ê   Têkildarî helwesta PDK’ê de jî rojnameger Kaya ev nirxandin kir: “Dema PDK nû derketî, weke çavkaniya berxwedanê dihat dîtin. Lê ji sala 2003’yan heta niha ji partîbûnê derket û weke kargeha malbata Barzanî dixebite. Hêzên wê yên leşkerî jî bipere ne. Tu eleqeya artêşa wan bi hebûn û berjewendiyên kurdan re nîne. Hebûna artêşê nayê wateya ku nûnerên rewa yên gelê kurd in. Mirov nikare bibêje ku PDK nûnertiya gelê kurd dike. Jixwe ev helwesta wê xetereyê ser statûya kurdan çêdike. Helwesta wê ya li Iraqê dibe ku rê li ber parçebûna Iraqê veke. Divê êdî kurd dev ji nêrîna ‘bêyî PDK’ê yekitiya neteweyî nabe’ berdin.”    DIBE KU IRAQ PARÇE BIBE   Rojnameger Kaya anî ziman ku ji par heta niha li Iraqê serokkmar nehatiye hilbijartin û ev şîroveye kir: “Lewma gotinên rayedarên wan gelek girîng nînin. Pirsgirêkên Iraqê yên navxweyî hene. Tiliye Tirkiyeyê jî di vê aloziyê de heye. Berteka Muqteda Es Sadr a li dijî Tirkiyeyê gelek jidil nebû. Ji ber ku Iraq di nava xwe de li hev nake, ji van daxuyaniyan jî tiştek dernakeve. Heke ev hevkariya Tirkiye û PDK’ê û hevkariya Sadr û suniyan bidome, dibe ku Iraq parve bibe. Ji ber ku nebawerim Nûrî El Malikî, Haydar Abadî, Hadî Amirî û şiîyên ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin ewqas bi hêsanî bi Tirkiye û DYA’yê re li hev bikin.”    DÊ BERTEK ZÊDE BIBIN   Kaya, daxuyand ku dê Tirkiye di operasyonê de windahiyên mezin bide û wiha got: “Serdestiya erdnîgariyê di destê HPG’ê de ye. Karekî ewqas hêsan nîne ku Tirkiye tiştên dixwaze li wir bi dest bixe. Bi domandina operasyonê re dê li Iraqê jî bertek zêdetir bibin. Dibe ku ev geşedan li herêmê hevsengiyên nû bi xwe re bîne. Dê Îran nehêle ku bandora Tirkiyeyê ya li Iraqê zêdetir bibe.”   HELWESTA PDK’Ê   Di berdewamê de Kaya bi lêv kir ku helwesta li dijî PDK’ê girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Heke bala we kişandibe kesek zû bi zû nabêje ku pêşmerge êrişî HPG’ê dike. Ji ber ku pêşmerge ji bo kurdan xwedî wate ye. PDK vî navî bi kar tîne û êrişî gerîla dike. Heke PDK ne hêjayî vî navî be wê demê divê hemû kes li dijî wê helwesta xwe nîşan bide. Divê hêzên Başûr û partiyên siyasî helwestekî raber bikin. Di Şerê 1’emîn ê Cîhanê de ermen û di yê duyemîn de jî cihû hatin qirkirin. Di şerê 3’yemîn de jî dixwazin kurdan qir bikin. Kurd an dê bi qirkirinekê re rû bi rû bimînin, an jî dê statûya xwe bi dest bixin. Bo vê jî têkoşîneke xurt pêwîst e. Nexwe dibe ku kurd di Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de pir mezin winda bikin. Lê heke helwestekî rast bê nîşandan, kurd ê bikarin statûya xwe bi dest bixin.”    MA / Ahmet Kanbal