Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê 2022-04-21 10:40:24   DÎLOK - Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Tûgrûl, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê li dijî binpêkirina mafan dabûn destpêkirin bir rojeve meclisê.    Li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê, çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafên xwe dabûn destpêkirin, berdewam dike. Ji girtiyan Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji rojhilatê Kurdistanê 16 roj, girtî Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar 11 roj û girtî Umît ozen jî 8 roj in di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan, bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dabûn û ragihandibûn ku lêgerîna tazî, jimartina leşkerî ya li ser piyan li wan tê ferzkirin û tundiya fizîkî li wan tê kirin.     ŞEKIR Û XWÊ NADIN GIRTIYAN   Li dijî vê rewşê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin û di 19'ê nîsanê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Sînan Taştekîn serdana girtiyan kir û diyar kir ku girityan jê re gotine ku rêveberiya girtîgehê şekir, xwê û lîmonê nade wan.    HDP'Ê BIR ROJEVA MECLISÊ   Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Tûgrûl, derbarê mijarê de daxwaznameyekê da Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê. Togrûl, di nameya xwe de binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê vegot û daxwaz kir ku ji bo agahî girtinê komîsyon bikeve dewrê.    Her wiha Togrûl, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û sedema nedayîna pêwistiyên girtiyan pirs kir û xwest ku Bozdag derbarê mijarê de daxuyanî bide.