CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike 2022-04-21 11:15:30   ENQERE- CPT, ragihand ku Tirkiye bi êrişa xwe ya li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê hewl dide li Herêma Kurdistanê 5 baregehên nû ava bike.    Tîma Navbeynkarên Xiristiyan (CPT), derbarê êrişa ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê dimeşîne de nexşeyek weşand. Li gorî nexşeya CPT'yê, Tirkiye bi êrişê li ser herêmê hewl dide 5 baregehên nû ava bike. CPT'yê, diyar kir ku Tirkiye dixwaze heta Şeladizê bi qasî 19 kîlometreyan bi pêş ve biçe û xwe li Çiyayê Reş, Şikefta Brindaran, Ars Fars, Werxelê û Kurojahro b cih bike û ji bo vê herêmên navborî zêde bombebaran dike.    ŞEREKÎ DIJWAR DIQEWIME   CPT'yê, destnîşan kir ku Tirkiye bi balefirên şer, helîkopter, balefirên bêmirov Kurojahro û Zapê dagir bike û ji ber vê li herêmê şerekî dijwar diqewime.