‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’ 2022-04-22 09:02:04 AMED - Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi pîrozkirina “23’yê Nîsanê Cejna Zarokan” hewl dide xwe weke ku mafê zarokan diparêze nîşan bide lê li aliyê din hejmara zarokên girtî balê dikişîne. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di rapora xwe ya derheqê zarokên girtî de destnîşan dike ku zarok rastî tundî, heqaret û lêdanê tên.    Meclisa Mezin a Gel di 23’yê nîsana 1920’an de li Enqereyê civiya û Meclisa Mezin a Gel a Komara Tirkiyeyê ragihand û êdî biryar hate dayîn ku 23’yê nîsanê weke “Roja Serxwebûna Neteweyî” were pîrozkirin. Ji sala 1924’an û şûnde jî weke “Cejna Serxwebûna Neteweyî û ya Zarokan” hate pîrozkirin. Ji destpêka komarê heta niha yek ji welatên ku herî zêde mafên zarokan lê tên binpêkirin jî Tirkiye ye. Ji komkujiya Dêrsimê heta ya Zîlanê, bi dehhezaran zarokên kurd hatin kuştin, girtin, revandin, girtin û destdirêjî lê hat kirin. Heman rêbaz heta roja me jî bênavber berdewam kir. Bi taybet jî di dema desthilatdariya AKP’ê de ev binpêkirin her ku diçe zêdetir dibin. Ji zarokên di girtîgehan de heta yên rastî tundî, zext û destdirêjiyê tên, ji zarokên rastî îstîsmara zayendî tên heta gelek cureyên din ên tundiyê, bi hezaran zarok dibin qurbaniyên polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê di rewşeke wiha de amadekariyên pîrozkirina 23’yê Nîsanê dike û hewl dide xwe weke desthilatdariyeke ku mafê zarokan diparêzer nîşanî cîhanê bide. Yek ji mijarên ku li Tirkiyeyê balê dikişîne jî hejmara zarokên girtî ye. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Edaletê ye ku di 31’ê adara îsal de parve kiribû; niha 2 hezar û 76 zarok di girtîgehan de ne. Zarokên ku di girtîgehê de jî rastî îşkence, heqaret û nêzikatiya xerab tên. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên li dijî zarokan, di îlona 2021’an de xebatek dabû destpêkirin û piştre jî rapora xwe aşkere kir. Di çarçoveya xebatê de li Girtîgeha Zarokan a Amedê bi zarokan re hevdîtin hatibûn kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku mafên tenduristî, perwerde û lîstikê yên zarokan hatine binpêkirin, zarok rastî tundiya gardiyan û cendirmeyan tên, zarok li cihên bêkamera yan jî li odeyên psîkolog, midûr û karmendan rastî lêdanê tên. Ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Metîn Arkaş têkildarî binpênkirina mafên zarokên girtî bi ajansa me re axivî.    ‘BI DARÊ ZORÊ DAXWAZNAME TÊ NÎVÎSANDIN’   Metîn Arkaş diyar kir ku 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan nêz dibe û wiha got: “Lê belê ev cejn ji bo zarokên di girtîgehê de mirov nikare weke cejn pênase bike. Di demekî ku hemû zarok cejnê bi hemda dilê xwe dijîn de zarokên li girtîgehê bi zext û binpêkirinan derbas dikin.”    Arkaş da zanîn ku weke Navenda Mafên Zarokan ev saleke bi rêk û pêk diçin Girtîgeha Zarokan a Amedê û wiha berdewam kir: “Bi 76 zarokan re heta niha me nêzî 100 hevdîtin kirine. Zarok gelemperî bigazinc bûn. Rastî tundiya psikolojik û fîzîkî hatibûn. Rewşa ku me dîtî baş nebû. Her wiha binpêkirinên mafan û zext hene. Zarok nawêrin vê rewşê vebêjin. Dema me pê re hevdîtin dikir û wan jî tiştên dijiyan ji me re vedigotin, zexta li ser wan hêj zêdetir dibe. Em ji zarokan hîn bûn ku rêveberiya girtîgehê ji bo astengkirina hevdîtinên me di nava hewldanan de ye û bi darê zorê daxwaznameyan bi zarokan didin nivîsandin.”    ‘POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAHIŞTINÊ’   Di rapora navendê de hatibû destnîşankirin ku zarokekî piştî tundiyê giliyê karmendekî kiriye û li ser vê yeke karmendekî din ji zarok re gotiğe; ‘ne giliyê wî lê yên min bike.’ Têkildarî vê mijarê jî Arkaş ev agahî parve kirin: “Sedema hemû tundî, îşkence û bipêkirinên mafan, polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Van binpêkirina ceza nakin lê diparêzin. Lewma karmend li gorî dilê xwe tevdigerin. Destên wan li ber, zarokên girtî bi stûxwarî dikevin rêza hejmartinê. Yên li dij derdikevin jî weke ‘bêhurmet’ pênase dikin. Jixwe ev pênaseye bi tena sere xwe tundiya psîkolojîk e. Li qawîşan zarokek weke nûner tê hilbijartin û hemû hêza îdareyê didin deste wî. Ev yek jî bi berpirsyartiya girtîgehê dibe. Lewma zarok tundiyê li hev dikin lê sedema wê rêveberiya girtîgehê ye. Li dijî vê sepanê tevdîr nayên girtin. Bi vî rengî gefan li zarokan dixwin. Weke amûreke gefê tê bikaranîn.”    ‘DIVÊ GIRTÎGEHÊN ZAROKAN WERIN GIRTIN’   Arkaş, axaftina xwe wiha qedand: “Weke Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê em li dijî girtîgehên zarokan in. Sûcên ku zarokan kirine pewîste bi vî rengî neyên cezakirin. Zarok di girtîgehan de hesta xwe ya mirovî winda dikin û bandoreke mezin li ser wan çêdike. Kesayeta wan diguhere. Lewma em dibêjin ku bila girtîgehên zarokan bên girtin.”