Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye? 2022-04-22 09:03:42 ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK'ê li dijî Herêma Kurdistanê daye destpêkirin dan û sozê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî yên ji bo destûr nedayîna "rijandina" xwîna kurdan bi bîr xistin û ev pirs ji Barzanî kirin: "Birayê te kî ye?"   Tirkiye, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişa Tirkiyeyê hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve êrişa xwe didomîne û bertekên li dijî vê êrişî zêde dibin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, derbarê êrişê de axivîn û banga vegera ji "îxanetê" li PDK'ê kirin û gotinên Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî yên derbarê rijandina xwîna kurdan de kiribûn bi bîr xistin.      'BIRAYÊ TE KÎ YE?'   Dayika Aştiyê Melîha Atak (53), di destpêka axaftina xwe de gotinên Barzanî yên ji bo destûr nedayîna "rijandina" xwîna kurdan bi bîr xist û bi van gotinan bertek nîşanî êrişa hatiye destpêkirin da: "Di rewşa ku em îro têde ne de divê ev bê pirskirin; birayê te kî ye? Tu yê bi kê re şer nekî? Ji bo şernekirinê sozê te hebû. Tu niha ji bo kê şer dikî? Gelo tu kurdan ji bo xwe bira nabînî?"   Atak, kuştina bi hezaran kurdan a di sala 1988'an de ya bi destê rejîma Baasê jî bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: "Tu ji wan rojan şerm nakî? Ji bavê Nêçîrvan Barzanî; Îdrîs Barzanî şerm nake? Ey Nêçîrvan kes îro li dijî te şer nake. Kê DAIŞ'ê ji Mûsil, Şengal, Mexmûr û Kurdistanê derxist? Wan rojan nayên bîra we? Destê xwe bide ser wijdanê xwe. Dev ji îxanetê berdin. Banga min li hemû jinan; em tev bi hev re li dijî vî şerî derkevin."     BANGA TERKIRINA ÎXANETÊ   Dayika Aştiyê Asya Tay (60) jî bi lêv kir ku PDK ji bo pereyan bûye hevparê şer û wiha got: "Zarokên kurdan ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsê ji bo berjewendiyên tevahiya gelê kurd têdikoşin. Divê êdî malbata Barzanî îxanetê deyne aliyekê. Em bi tu awayî mafê xwe li malbata Barzanî helal nakiin. Divê hemû başûrî bibin yek û ji malbata Barzanî re ev tişt bibêjin; ev vê îxanetê qebûl nakin, bila gundên me yên şewitandin û mirov neyên kuştin û xaka me neyê dagirkirin'."    'DIVÊ DAYIK LI DIJÎ ŞER RAWESTIN'   Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Sûltan Oklu (55) jî, got ku şerê kurdan ê li dijî kurdan îxaneta mezin e û ev tişt anîn ziman: "Piştgiriya Tirkiyeyê dikin û birayên xwe dikujin. Dema ku dikevine tengasiyê kurdên li vir bi hawara wan de diçin. Heta ku em nebin yek em ê her roj bimirin. Ji bo vê divê hemû dayik bibin yek û li dijî vî şerî rawestin."   'NEYARTIYA LI KURDAN'   Dayika Aştiyê Emîne Orûç (54) jî bang li Nêçîrvan Barzanî kir û got ku ew aştî û biratiyê dixwazin û bi van gotinan banga yekitiya neteweyî kir: "Tevgera malbata Barzanî ya bi Tirkiyeyê re Mirov çekê dirêjî birayê xwe nake û wî nakuje û nakeve xaka wî mala wî xera nake. Ev neyartiya li kurdan e. Divê di demeke zûtirîn de Barzanî terka vê hewlesta xwe bikin."   'BERPIRSYAR MALBATA BARZANÎ YE'   Dayika Aştiyê Besna Aslan jî bang li Nêçîrvan Barzanî û Mesût Barzanî kir ku kurdan neynin dijberî hev û wiha axivî: "Timik zext, zordarî û zilm tê kirin. Îro sedema ku em bangî Barzanî dikin berpirsyariya wan di êrîşa hatiye destpêkirin de ye. Heke wan destûr nedan îro Tirkiye nikaribû vê êriş pêk bîne."   'DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'   Dayika Aştiyê Şadiye Bîlîr (46) jî destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî êrişan rabin ser piyan û ev tişt got: "Ma êdî Barzanî ji xwînê têr nabe? Divê ku Barzanî bixwe li dijî van êrişan derkeve. Divê ku bibêjê, 'Êdî ez ê îxanetê nekim'. Gelo Barzanî ne kurd e? Çima vê îxanetê dike? Çima kurdan şehr dikin û dikujin? Timik li çiyayê Kurdistanê didin. Divê herkes biçe deriyê Barzanî hesap ji Barzanî bipirse û jê re bibeje ku şerê çi dikin, ji bo kê şer dikin û li dijî kê vê siyasetê dimeşînin?"   MA / Omer Akin