Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim 2022-04-22 09:03:47 ÎZMÎR - Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali, têkildarî êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê axivî û got: "Min jî li hemberî PKK'ê şer kiriye, lê ez bi hêza PKK'ê û têkneçûyîna wê baş dizanim. Ev êriş dê bên belawelakirin."  Şerê Tirkiyeyê yê di 17'ê Nîsanê de li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin, didome. Her wiha hêzên taybet ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ji bejahiyê ve piştgiriya Tirkiyeyê dikin.    Bertekên li dijî helwesta PDK'ê didomin. Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali êrişên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin.  QIRKIRIN   Yaylali, bilêv kir ku ev êriş ne êrişên cara ewil in û got: "Piştî PKK hat avakirin, ji sala 1993'yan ve gelek operasyon hatin kirin. Em tahdeya dewletê, operasyonên qirkirinê yên li hemberî kurdan dibînin. Dewletê di van operasyonan de tiştek bi dest nexist. Car carinan ji bo hin hikûmetan bibandor bû, lê ji bo hinekan jî ne serkeftî bû û ew çûn. Beriya niha bi salekê, di salvegera qirkirina ermenan de dabûn destpêkirin. Niha jî di heman mehê de dan destpêkirin. Bi vî awayî dixwazin peyamekê bidin gelê kurd, peyama qirkirinê."    HEVKARIYA PDK'Ê   Yaylali, destnîşan kir ku di van êrişan de PDK jî bi awayekî çalak li cem dewletê cih digire û got: "PDK, vê carê pir eşkere wêneyê biratiya qirkirinê da kişandin. PDK, berê jî ev yek kiribû. Di sala 1995'an de, di dema 'Tevgera Pola' de, ez li herêma Heftanîn û Avaşînê di destê PKK'ê de dîlgirtî bûm. Kampa em lê ji aliyê PDK'ê û tirkan ve hat dorpêçkirin. Şerekî dijwar rû da. Lê gerîlayan hem em ji wir derxistin hem jî esker û pêşmergeyên PDK'ê yên bi ser wan de dihatin belawela kirin. PDK, ji bo berjwendiyên xwe biparêze sûdê ji xwîna gelê kurd digirt. Niha jî heman tiştî dike."    DESTHILATDARÎ   Yaylali, bilêv kir ku du sedemên operasyonên li hemberî kurdan hene û ya ewil bi temamî li ser asasê qirkirina kurdan e. Yaylali, diyar kir ku ger ev pêk bê dê nifûsa kurdan nehêlin an jî koçberiyê li wan ferz bikin û got: "Ya dudoyan jî ji berê de wisa ye, desthilat ji bo desthilata xwe bidomînin serî li şerê li dijî kurdan didin. Ger şer li dijî kurdan be kes tiştekî nabêje û serî li ber te ditewîne. Ev berhema endezyariya civakî ya sed salî ye. Gava hat ragihandin ku dê li Zap û Avaşînê operasyon bê destpêkirin, partiyên muxalefetê yeko yeko girêdana xwe ya ji bo desthilatê ragihandin. Hilbijartin nêz dibe û krîzeke aborî heye. Desthilatê sozek xwe jî neanî cî. Lewma ji bo desthilata xwe bidomîne berê xwe dide şer."    ‘EZ DIZANIM TÊKNEÇÛYÎ YE'   Yaylali, destnîşan kir ku ne pêkan e ku ev êriş bi ser bikevin û got, herêma Zap û Avaşînê herêmeke xwedî newaline kûr in û ne herêmine ku dewlet karibe bi tevgereke bejahiyê biçe wan. Yaylali, bibîr xist ku berê jî gelek caran hatiye ceribandin û got: "Ez bi xwe herî kêm du salan bûm şahidê van êrişan. Tew wextekê gava esker bûm, min li dijî PKK'ê jî şer kiriye. Ez xwe disipêrim ceribandineke bi salan û dibêjim, ez bi hêza PKK'ê û têkneçûyîna wê baş dizanim. Li gor agahiyên ku me wergirtine, heya niha tevî alîkariya PDK'ê jî pir hindik hêzên xwe danîne. Her wiha pêdiviyên lojîstîk ên eskeran nayên peydekirin û eskerên tên danîn jî wernagirin. Ez bawer nakim ji vê wêdetir tiştek bibe. Gerîla dê van êrişan belawela bike. PKK, dê cardin dorê li dijmin teng bike."    TÊKOŞÎNA BI HEV RE   Yaylali ku destnîşan kir "PKK, rêxistina xweser a kurdan e" got: "Lewma operasyona li hemberî wê, operasyona li hemberî gelê kurd e. Beriya her tiştî, bê şert û merc divê ev bê qebûlkirin. PDK'yî jî bi salan e hewl didin ku olîgarşiya xwe bidomînin. Ew ji bo kurdan malbateke olîgark in û tim xwe bi xwîna kurdan xwedî kirine. Kurd, wekî berê dê niha jî bi beranberiya bedêlên giran mafên xwe bi dest bixin. Lê gava kurd winda bikin, em ê hemû winda bikin. Ji lew re tişta ku PKK niha di têkoşîna xwe de wê temsîl dike, em bi xwe ne. Niha PKK, ji xeynî tirkan çepera dawî ya gelên din, bîr û baweriyan e. 40 sal in li dijî polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriya tirk têdikoşe. Ji bo vîna gelê kurd li hember dagirkeriyê bi tenê neyê hiştin û barê li ser milê wan sivik bibe divê em piştgiriya wan bikin. Piştgiriya ji bo kurdan, keda ji bo têkoşîna me ye."    MA / Tolga Guney