Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin! 2022-04-22 09:03:48 RIHA - Li Rihayê, ji ber hesabekî medyaya dîjîtal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de çendî Osman Kiliç diyar kiriye ku hesab ne aydê wî ye jî, lê hatiye xwestin heya 5 salan ceza lê bê birîn.  Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi hinceta li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal "propagandaya rêxistinê" kiriye derbarê Osman Kiliç ê di nasnameyê de 74 salî, lê di temenê wî yê berra 1 salî de lêpirsîn daye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, di 6'ê tebaxa 2021'ê de Kiliç di avaêtina ser malê de hatiye binçavkirin. Kiliç, rojekê di binçavan de maye û piştî îfadeya wî hatiye girtin hatiye berdan. Dozgerê ku lêpirsîn temam kiriye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Kiliç de îdianame hazir kiriye.   Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Rihayê îdianame qebûl kiriye.    'HESAB NE Ê MIN E'   Di îdianameyê de, Kiliç gotiye: "Ev hesabê medyaya dîjîtal ne yê min e. Min tu tişt parve nekiriye. 10 sal in çavên min baş nabînin. Tu hesabekî min ê medya sosyal tune ye." Lê dozger derpêş kiriye ku hesab aydê Kiliç e, vê yekê jî spartiye wêneyekî Kiliç ê di hesab de hatiye belavkirin.    RAPOR: BI ÎHTIMALEK MEZIN   Di îdianameyê de rapora Saziya Tibî ya Edlî ya Stenbolê jî cih girtiye. Saziyê derbarê wêneyê di hesabê bi navê "Şah Sinan Sinan" de hatiye paravekirin rapor çêkiriye. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku wêneyê hatiye belavkirin bi îhtimaleke mezin aydê Kiliç e. Dozger jî ji ber vê xwest bi "propagandaya rêxistinê" ji salekê heya 5 salan ceza li Kiliç bê birîn.    ‘EZ NIZANIM TELEFONÊ BI KAR BÎNIM'   Kiliç, diyar kir ku îdianame nû ji wî re hatiye şandin. Kiliç, bi lêv kir ku guhê wî baş nabihîsin û çavê wî jî baş nabînin û got: "Ji min pirsîn bê ka min çi kiriye. Min jî got ez nexweş im, nikarim bimeşim û ez bi vî halî karibim çi bikim. Ji min re gotin te nîşana serketinê kiriye û wêneyê te di înternetê de ye. Ji min re gotin, tu jî li wir î û wêneyên te hatine girtin. Ez kesekî extiyar im. 1 salî me."    Kiliç, destnîşan kir ku nizane telefonê bi kar bîne, gava karê wî bi telefonê hebe hin kes aliyê wî dikin û tenê gava kesek telefonî wî bike dikare pêl bişkoka axaftinê bike.    Danişîna dozê dê di 25'ê gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Rihayê bê lidarxistin.    MA / Ceylan Şahînlî