Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn 2022-04-22 10:02:02   RIHA - Li navçeya Wêranşarê wesayîtek kete qenala avê ya DSÎ’yê, di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek birîndar bû û 2 kes jî winda bûn.    Li Taxa Bakimli ya Wêranşar a Rihayê wesayîtek kete qenala Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ya avdanê. Di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 kes di avê de winda bûn û kesek jî bi derfetên xwe bi derfetên xwe xelas bû.    Wesayîta tîcarî ku Îlhamî D. diajot kete qenala avê ya ku nêzî 7 mîtroyan kûr e. Abdûllah D. (18) yê di wesayîtê de bi derfetên xwe xelas bû. Tîmên cenderme, agirkuj, AFAD, tenduristî û noqavê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Noqavan cenazeyê 3 kesên di wesayîtê de derxistin û li 2 kesên windabûn jî digerin.