Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin 2022-04-22 10:47:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç diyar kir ku Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin û armanca Tirkiyeyê ew e ku statûya Başûrê Kurdistanê têk bibe û xwe bigihîne Iraqê.  Endama Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. Koç diyar kir ku armanca êrişan a yekemîn ew e ku kurd nebin xwedî statû û armanca duyemîn jî ew e ku rejîma dehilatdariya Tirkiyeyê xwe ji krîza xwe ya navxweyî xelas bike.    ‘TU EFSANEYA WAN NEMA’    Koç destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyeyê ji sala 2015’an vir ve li dijî destkeftiyên kurdan “Plana Têkbirinê” xistiye dewrê û her rêbaz êrişan ceriband lê belê tu encam bi dest nexistiye û got: “Tirkiye ji bo ku tolhildana Garê bigire, dest bi êrişek berfireh kiriye. Piştî Garê xwestin tolê hildin, lê dîsa li ber berxwedana gerîlayan têk çûn. Artêşa tirk derbên giran xwar. Êdî tu efsaneya leşkerên wan li hemberî gerîla nema. Dixwaze viya veşêre û xwe komî ser hev bike.”    BI NATO RE BAZARΠ   Koç da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê beriya van êrişên daye destpêkirin bi NATO re li ser têkbirina berxwedana kurdan bazariyê kiriye û got: “Vê tevger ango êrişên Tirkiyeyê şer û tevgera dagirkeriyê ye. Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bilî PDK’ê her kes li dijî vê tevgera dagirkeriyê ye.”    ‘TIRKIYE DIXWAZE HETA IRAQÊ BIÇE’    Koç destnîşan kir ku armanca vê tevgera Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê dest pê bike û heta Iraqê biçe ye û wiha got: “Erdogan daxuyanî dabû û gotibû, ‘Me bi Nêçirvan Barzanî re tenê ne Bakurê Iraqê, em li ser tevahiya Iraqê axivîn’. Pişt re jî li gel ku hikûmeta navendî Iraqê heye jî çûn bi Tirkiyeyê re neft û gaza sirûştî ya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî peyasa dinyayê kirin. Çimkî niha ji ber şerê li Ûkraynayê pêdiviya dinyayê bi neft û gaza sirûştî heye. Ji ber vê yekê PDK’ê û Erdogan hem xwestin krîza aborî hem jî krîza enerjiyê bi vê rêyê çareser bikin. Xwestin Iraqê baypas bikin û peyama ku Iraq ne dewletek cidî ye dan. Niha jixwe xelkê Iraqê ji ber kêrnehatîbûna Iraqê ya li dijî dagirkeriyê bi bertek e. Niha siyaseta Iraqê jî di bin zextên zêde de ye. Lewma her tim rayedarên Iraqê daxuyaniyan didin. Tirkiye û dinya dixwaze ku Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê dîzayn bikin û siyaseta xwe li gorî vê dikin.”    ‘TIRKIYEYÊ PDK’Ê JÎ KIRIYE ŞIRÎKÊ XWE’    Koç anî ziman ku heke Tirkiye li herêmên Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçe wê beşek mezin a erdnîgariya Iraqê dagir bike. Koç diyar kir ku Tirkiye vê tevgera xwe ya dagirkeriyê bi şiklê şerê wekaletê bi rê ve dibe û got: “Tirkiye dixwaze di vî şerî de ji xwe re şirîkan çêbike û li wekîlan digire. Niha Tirkiye viya jî bi destê PDK’ê dike. Lewma endamên malbata Barzanî ji destpêka îsal her tim li rêya Enqere û Stenbolê dibezin.”    ‘DERFETÊN MEZIN HENE KU KURD BI SER BIKEVIN’    Koç destnîşan kir ku dema ew li vî şerî dinêrin dê rê li ber encamên xetere veke û lê belê li ser hevsengiya heyî derfetên mezin hene ku kurd dikarin destkeftiyan bi dest bixin û bi ser bikevin. Koç anî ziman ku agirê berxwedana gelê kurd dê dawî li desthilat ango rejîma AKP-MHP’ê bîne û wê wan bişewitîne. Koç diyar kir ku hevsengî di destê kurdan de ye û dê herêmên Zap, Avaşîn û Metîna hevsengiyê diyar bike. Koç destnîşan kir ji bo pêşî li vî şerî were girtin divê her kes çi bikeve ser milê wan bike.    MA / Selman Guzelyuz