Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime 2022-04-22 10:58:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirkiyeyê bi piştgiriyeka PDK'ê li Kurojahro dest bi êrişên giran kir. Artêşa Tirkiyê xwest bi piştgiriya helîkopteran hêzên xwe li qadê deyne. Di navbera leşkeran û endamên HPG'ê de şerekî giran diqewime.     Tirkiye bi piştgiriya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên bi ser Başûrê Kurdistanê ve dest bi şer ango êrişên berfireh kir. Êrişên li ser hêrêmê bi dijwarî di roja 6'emîn de berdewam dikin. Li gorî nûçeya ANF'ê ku spartiya daxuyaniya HPG'ê tê gotin ku artêşa Tirkiyeyê bi piştgiriyek zêde ya PDK'ê li herêma Kurêjahor dest bi êrişên giran kiriye.    Ew daxuyaniya ku ANF'ê serwîs kiriye wiha ye:    "Şeva 22'ê Nîsanê saet di 22:36'an de 9 helîkopterên êrişê û helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa Tirk a dagirker, ji xeta Amediyê-Dêrelok ên di bin kontrola PDK'ê de ne hatin û bombe li qada Kurojahro barandin. Piştî ku bi helîkopterên êrişê bombe li qadê barandin, hewl dan bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe li qadê deynin. Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro dest li van helîkopteran werdan û derb lê xistin.   Artêşa Tirk nîvê şevê 10 helîkopterên din anî û êrişa li ser vê qadê giran kir. Hêzên me dest li van helîkopteran jî werdan û derbeke giran li helîkopterekê xistin. Helîkopterek jî ku dixwest li baregeha Sîrê ya li Şêladizê xwe deyne û leşkerên mirî û birîndar rake, di dema rabûnê de hêzên me lê dan.   Helîkopterên artêşa Tirk careke din li ser qadên di bin kontrola PDK'ê de ne firiyan û hatin êrişî Qada Berxwedanê ya Kurojahro kirin. Artêşa Tirk tevî helîkopterên êrişê û helîkopterên bi tîpa Skorsky her wiha helîkoptera bi tîpa Çînok (CH-47 Chinook) a DYE'yî jî di vê êrişê de bi kar anî.   Ev êrişên berfireh û giran hem li Qada Berxwedanê ya Kurojahro hem jî li herêma Zapê tê wateya pêl û asteke nû ya êrişa dagirkeriyê. Li vê qadê berxwedana hêzên me yên gerîla û şer bi giranî dewam dikin."