Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye 2022-04-22 14:08:18 STENBOL - Danişîna doza Parka Geziyê berdewam dike. Parêzer Can Atalay diyar kir ku dozgerê ku îdianame amade kiriye wek karmendek ku di teşkîlatek AKP’ê de dixebite tevdigere.    Danişîna biryarê ya doza Parka Geziyê ku karsaz û parêzvanê mafê mirovan Osman Kavala jî di nav de 17 parêzvanên mafê mirovan û 35 endamên çaRşi ya grûba Beşîktaşê tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 13’emîn hat lidarxistin.    Beriya danişînê bi pêşengiya Piştevaniya Taksîmê li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenter û rêveberên HDP, CHP, TÎP û partiyên çepgir, nûner û serokên rêxistinên sivîl tevli daxuyaniyê û danişînê bûn.    Eywana danişînê ya Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn biçûk hat û ji ber vê yekê danişîn li eywana danişînê ya Dadgeha Cezayê Giran a 27’emîn hat hat liarxistin. Rojnamevanan bernedan hundirê eywanê. Gelek parêzer di danişînê de amade bûn.    Dozger di danişînê de mutalaya xwe ya cezakirinê dubare kir.    Yên darizandin di danişînê de axivîn û li dijî tawanbariyan derketin û tawanbariyên li ser xwe red kirin.    ‘DOZGER WEK KARMENDEK AKP’Ê DIXEBITE’    Ji parêzerên dozê Can Atalay diyar kir ku tişta ku niha daraz li vir dike nedarizandin e û wiha got: “Daraz li vir darizandinek û dozek polîtîk dike. Hûn mecbûr mane ku bi xebera Erdogan bikin. Hemû îdia li ser axaftinek telefonê hatine girêdan. Parêzerê min got, ‘li qeyda deng guhdar bikin’. Lê we guhdar nekir. Dozger Edîp Şahîner dikare vê bêje. Wek karmendek ku li teşkîlatek AKP’ê ya li çolterê dixebite ye. Em ê teslîmî we nebin, lê hûnê teslîm bibin.”    Danişîn bi axaftinan berdewam dike.