Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin 2022-04-22 17:55:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şêladizê, li baregeha eskerî ya Tirkiyeyê du teqînên mezin rû dan.  Li navçeya Şêladiz a Duhokê ya Herêma Kurdistana Federe, di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û gerîlayên HPG'ê de şerekî dijwar diqewime. Li gor nûçeya Rojnewsê, li nêzî Şêladizê, li baregeha eskerî ya TSK'ê ya li Sirê du teqînên mezin rû dane.   Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku gerîlayên HPG'ê li dijî baregehê çalakî pêk anîne.