Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir 2022-04-22 20:36:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di şerê li Herêma Kurdistana Federe de çawîşê pispor Fûrkan Gok miriye.    Wezareta Parastinê ya Neteweyî (MSB) a Tirkiyeyê, ragihand ku di şerê li Herêma Kurdistana Federe de çawîşê pispor Fûrkan Gok miriye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, Gok di 22'yê Nîsana 2022'yan de di şer de birîndar bûye û demildest sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, lê li nexweşxaneyê nehatiye xelaskirin û miriye.