Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman 2022-04-22 21:47:19 AMED - Hevserokê DFG'ê Serdan Altan ku di çalakiya Roja Rojnamegerên Kurd de axivî, diyar kir ku rojnamegerên kurd 124 sal in li ber xwe didin û got: "Heqîqet di tariyê de neman."  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li navçeya Sûr a Amedê, bi rojnamegerên kurd re civiya. Di çalakiyê de pankarta li ser “Roja Rojnamegerên Kurd Pîroz Be” nivîsandî hat vekirin. Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê Roza Metînayê ve hat kirin, sînevîzyoneke derbarê rojnamegeriya kurdî de hat nîşandan. Ji xeynî rojnamevanan Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayyîp Temel û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî tevli çalakiyê bûn.    'ÇAPEMENIYA AZAD 124 SAL IN LI BER XWE DIDE'   Hevserokê DFG'ê Serdar Altan pêşî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir. Altan, diyar kir ku rojnamegeriya kurdî 124 salî ye û got: "Çapemeniya azad, li her çar perçeyên Kurdistanê, li seranserê cîhanê mînakeke baş a rojnamegeriyê dide der. Çapemeniya azad wekî dengê gelê kurd, roleke dîrokî dilîze. Bi hêsanî nehatiye heya roja îro. Bedêlên giran dan. 124 sal derbas bûn, çapemeniya azad hê jî li ber xwe dide.    Altan, bal kişand ser êriş û zextên li ser kurdan û rojnamevanên kurd jî û got: "Çapemeniya kurdî xwedî roleke mezin e. Ne ji çapemeniya azad, ne ji çapemeniya kurdî bûna dê heqîqet di tariyê de bimana. Niha di êrişên li Başûrê Kurdistanê de tê xwestin ku ser rastiyan bê nixumandin. Lê çapemeniya azad wekî dîwarekî zexm li ber vê disekine û qewimînên li herêmê radigihîne raya kurd û raya cîhanê. Heqîqet di tariyê de neman."    TEMEL: BEDÊLÊN GIRAN HATIN DAYÎN   Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayyîp Temel jî şehîdên çapemeniya azad bibîr anîn û li ser dîroka çapemeniya kurdî sekinî. Temel, got: "Em niha bi boneya Roja Rojnamegerên Kurd li vira ne. Niha Kurdistan hê jî tê dagirkirin. Kedkarên çapemeniya azad li sirgûnê ne, statuya gelê kurd, hebûna gelê kurd bi polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê re rû bi rû ne. Ger çapemeniya azad bedêlên giran nedana, dê têkoşîna azadiyê ya kurdan negihaştana vê astê. Ger têkoşîna azadiyê ya kurdan negihaştana vê astê, dê çapemeniya kurdî ev qasî mezin nebûna. Ev diyalektîk divê baş bê dîtin."    Temel, bal kişand ser êrişên li ser gelê kurd jî û got: "Niha Kurdistan, gelê kurd cardin bi êrişan re rû bi rû ye. Dixwazin gelê kurd bitepisînin. Lê çapemeniya kurdî li hemberî van êrişan bi biryardariyeke mezin tevdigere û dibe dengê gel. Mafê nûçewergirtinê yê gel diparêze. Ez vê meşa bibiryar a kedkarên çapemeniya azad pîroz dikim. Ev meş, dê bidome."    MGKP: PÊŞENGIYA ROJNAMEVANÊN JIN   Ji Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Berîvan Kayî jî anî ziman ku rêwîtiya çapemeniya azad 124 sal in didome û got: "Ev meş, bi berxwedaneke mezin didome. Li cîhanê yên pêşengiya çapemeniya feminîst dikin rojnamevanên jin ên kurd in. Rojnamevanên jin ên kurd li dijî feraseta nêrza li ber xwe didin. Em rojnamevanên jin, li ser navê Gûrbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan li ber xwe didin."    AYDENÎZ: ROLA ÇAPEMENIYA KURDÎ   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û got: "Ez şehîdên çapemeniyê bi rêzgirî bibîr tînim. Rojnameya Kurdistanê ku 124 sal berê hîmê wê hat avêtin, bû ronahî ji bo îro. Her ku kurd tên înkarkirin, rojnamevanên kurd jî bi êrişan re rû bi rû dimînin. Kurd, îro ro têdikoşin û li ber xwe didin. Di vê têkoşîn û berxwedanê de roleke girîng a çapemeniya kurdî heye. Di parastina destkeftiyên kurdan de çapemeniya kurdî xwedî cihekî mezin e. Ez vê têkoşîna rojnamevanên kurd pîroz dikim."    Di çalakiyê de ji hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê Herem Nergîz stirî. Çalakî bi stranên Nergîzê bi dawî bû.