Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne 2022-04-23 12:11:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşmergeyê Dêrîn û Çavdêrê Siyasî Omer Hacî Hisên diyar kir ku tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo gelê kurd nîne û wiha got: “Malbata Barzanî tenê ji bo parastina desthilatdariya xwe vî şerî dike. Divê hêzên siyasî yên Başûr li dijî vî şerî dengê xwe derxînin.”   Pêşmergeyê Dêrîn û Çavdêrê Siyasî Omer Hacî Hisên têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin bi Rojnewsê re axivî. Hisên diyar kir ku tişta ku êrişa heyî ji yên din cuda dike ew e ku li ser erêkirina hêzeke kurd hatiye destpêkirin.    Hisên, anî ziman ku Tirkiye ev demekî dirêje hewl dide Herêma Kurdistanê tune bike û wiha domand: “Lê baş pê dizane ku nikare. Lewma hewl dide bi rêya hêzên kurd xwe bigihîne armanca xwe. Tirkiye dixwaze Osmaniya nû li Rojhilata Navîn zindî bike lê PKK û gerîlayên azadiyê li pêşiya xwe weke astengî dibîne. Lewma êriş dike û dixwaze di navbera PDK û PKK’ê der şer derxîne. Tu sûdekî vê hevkariya PDK’ê bo kurdan nîne. Malbata Barzanî tenê ji bo parastina xwe û desthilatdariya xwe dike.”    ‘GERÎLA XWEDÎ LI KURDISTANÊ DERDIKEVE’   Bi domdarî Omer Hacî Hisên bûyera li Zîne Wertê bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Tirkiyeyê xwest li wir şerê kurd-kurd derxîne. Lê bi ser neket. Piştre jî xwest YNK’ê ji hev belav bike. Lê li Gareyê şikest. Dijmin lewma dixwaze şerê navxweyî yê kurdan derxîne. Gerîla niha dîrokê dinivîse û xwedî li Kurdistanê derdikeve. Xwe weke artêşa gelê kurd dibîne û şer dike. Li ku metirsî hebe, gerîla li wir şer dike. Her wiha ez bêdengiya hêzên siyasî û mamosteyên zanîngehan ên Başûr rexne dikim. Divê dengê xwe derxînin û bo yekitiyê bikevin nava hewldanan.”