'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’ 2022-04-23 12:27:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamegerên ji Hewlêrê bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoyê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê dan û wiha gotin: “Tirkiye dixwaze tevahiya Herêma Kurdistanê dagir bike. Hewceye hêzên siyasî, hikûmet û Parlamentoya Başûr li dijî vê derkeve.”    Êrişên ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin berdewam in. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî êrişan û hevkariya PDK’ê didin û ev nerazî her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê rojnamegerên ji Hewlêrê bi Rojnewsê re axivîn.    Ji rojnamegeran Ferman Reşad anî ziman ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamento bertekê nîşanî êrişên Tirkiyeyê bide û wiha got: “Divê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Ev ne cara ewil e ku Tirkiye xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê binpê dike. Tirkiye bi hinceta PKK’ê êriş dike lê armanca wê dagirkirina Herêma Kurdistanê ye. Lewma metirsî mezin e. Bi hêsanî li Herêma Kurdistanê bi cih dibe û li wir tevdigere. Divê hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê hay ji vê metirsiyê hebe. Tirkiye bi heman rengî nêzî hemû kurdan dibe. Kî alîkariyê bi Tirkiyeyê re bike, ziyanê dide gelê kud. Stratejiya Tirkiyeyê aşkere ye û dixwaze Herêma Kurdistanê û kurdan bêstatû bihêle. Li Rojava û Başûr êrişî kurdan dike.”    ‘METIRSIYEKE MEZIN LI SER BAŞÛR HEYE’   Rojnameger Hengaw Haşim jî bertek nîşanî bêdengiya aliyên siyasî û parlamentoya Başûr a li hemberî êrişan da û wiha domand: “Divê xwe bêdeng nekin. Divê parlamento ji ber êrişan, rûniştineke taybet li dar bixe. Tirkiye dixwaze tevahiya Herêma Kurdistanê dagir bike û dest deyne ser çavkaniyên wê yên aborî. Cihê gumanê ye ku hikûmeta Herêmê hêjta jî li dijî êrişan bêdeng e. Metirsiyeke mezin li ser xaka Kurdistanê heye. Divê rê li ber Tirkiyeyê bê girtin.”