Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî 2022-04-23 15:51:26   STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku nexweşê penceşêrê ye. Di çalakiyê de hate gotin ku Fîlîz di girtîgehê de li hucreya yekkesî tê ragirtin û terkî mirinê hatiye kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya 526’emîn a “Rûniştina F” li pêşiya avahiya ÎHD’ê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de pankarta “Hefteya 526’an Rûniştina F Bila Mehmet Salih Fîlîz were berdan” hate daliqandin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin.    Di çalakiyê de Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û ev jî rê li ber mirinan vedike. Bi domdarî Acettîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz û wiha got: “Mehmet Salih Fîlîz, destdirêjiya ku di sala 2012’an de Girtîgeha Pozanti ya Edeneyê li zarokan hatibû kirin bi raya giştî re parve kiribû. Lewma hate girtin. Hêj di 16 saliya xwe de hate girtin. Demekî kin beriya girtinê emeliyata apandîsîtê bûbû.  Lê ji ber nedihat dermankirin û xwarina pêwîst nedidanê, ji girtîgehekê veguhestin girtîgehên din. Di vê navberê de rewşa wî xerab bû û ulseratîf Kolît a kronîk, hemoroîd, anemî û herî dawî jî teşhîsa penceşêra rûviya stûr lê hat kirin. Di nameyeke xwe de digot; ‘tola Pozantiyê ji min dihilînin.’ Li gel êşa wî zêde ye û xwîn jê diherike jî nehiştin xwarin û vexwarina wî baş bibe û bi rêk û pêk were dermankirin. Rewşa Fîlîz her ku diçe girantir dibe û hevalên wî lê dinihêrin. Di 7’ê nîsanê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê hate kirin. Li wir xistin hucreya yekkesî û terkî mirinê kirin.”    'FIKARÊN ME LI SER JIYANA WÎ HENE’   Acettîn, da zanîn ku kekê Fîlîz, Mehmet Fîlîz di 11’ê nîsanê de serî li ÎHD’ê da ye û wiha bi dawî kir: “Birayê wî ev agahî dan; ‘Birayê min bi penceşêra rûviya stûr ketiye û her wiha nexweşê anemiyê ye. Ji xwe nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Di 7’ê nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê şandin Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê. Ev gelek caran hate sirgûnkirin. Li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê lêgerîna tazî lê ferz kirin û derb kirin. Niha jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Gelek xwîn jê diherike û bi ser hişê xwe de diçe. Divê girtiyek li gel be ku di rewşên wiha de jê re bibe alîkar. Fikarên me ji bo jiyana wî hene.’ Em jî dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.”