Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin 2022-04-23 18:03:47       RIHA - Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de 11 ferdên malbata Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ên hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Ji malbata Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku xizmên wî û parêzvanên wî ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn, 11 kes hatibûn binçavkirin. Di nav van kesan de Celal Yildiz, birayê Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, biraziyên wî Osman Şah Yildiz û Şegsîn Yildiz (biraziyê parlementer, xebatkarê şaredariyê), Mûstafa Amaç (şêwirmendê parlementer), Îbrahîm Şîmşek (xizmê parlementer), Mîkaîl Şîmşek û Osman Yildiz hene.    Her 11 kesên hatine binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Bi sûcê "kuştina bi qesdî" û "windakirina delîlan" îfadeya ferdên malbata Yildiz ên sewqî edliyeyê hatin kirin, tê girtin.    Tê gotin ku di dosyeyê de navê 38 kesan derbas dibe.    BÛYERA MALA ŞENYAŞARÊ   Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parazvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de êriş biribûn ser kargeha malbata Şenyaşarê û birayên hev Celal, Adil, Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn. Paşê xizm û parêzvanên Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê cardin êriş biribûn ser ferdên malbata Şenyaşarê û li vir Celal û Adil Şenyaşarê birîndar kuştibûn û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li ber çavê dêya wan Emîne Şenyaşarê lînc kiribûn û kuştibûn. Divê vê bûyerê de ji malbata Yildiz jî Mehmet Şah Yildiz miribû.   Piştî vê derbarê bûyerê de du dosye hatibûn amadekirin. Di dosyeya têkildarî kargehê de ji malbata Şenyaşarê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar hatibû birîn û ji malbata Yildiz jî tenê li Enver Yildiz 18 sal ceza hatibû birîn.