Li Marînosê şerekî dijwar diqewime 2022-04-23 18:16:30   COLEMÊRG - Hat diyarkirin ku li herêma Marînosê şerekî dijwar diqewime. Her wiha gundê Marînosê jî hatiye dorpêçkirin.    Şerê ku duh êvarî li Çiyayê Stûnê û Çiyayê Seddanê yên li derdora gundê Marînosê yê Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG'ê û TSK'ê de rû dabû, didome. Li gor agahiyên bi dest ketin, gelek ambulans sewqî herêmê hatine kirin.   Eskerên ku gundê Marînosê dorpêç kirine jî nahêlin kes ji gund derkeve û kes biçe gund.