Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin 2022-04-24 08:34:07   RIHA - Li Rihayê ji 10 kesên di lêpirsîna malbata Şenyaşar de hatibûn binçavkirin ku kekê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî di nav de heye 4 kes hatin girtin.    Ji malbata Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku xizmên wî û parêzvanên wî ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn, 10 kes hatibûn binçavkirin. Di nav van kesan de kekê Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah Yildiz û Şegsîn Yildiz (biraziyê parlementer, xebatkarê şaredariyê), Mûstafa Amaç (şêwirmendê parlementer), Îbrahîm Şîmşek (xizmê parlementer), Mîkaîl Şîmşek û Osman Yildiz hene. Her 10 kesên hatine binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Li vir piştî dozgeriyê îfadeya her 10 kesan girt, Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz berdan û 9 kesên din bi îdiayên “kuştina bi qesdî” û “windakirina delîlan” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin. Dadgehê Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek, Muslum Yildiz, Îbrahîm Şîmşek girtin û her 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.    BÛYERA MALA ŞENYAŞARÊ   Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parazvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de êriş biribûn ser kargeha malbata Şenyaşarê û birayên hev Celal, Adil, Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn. Paşê xizm û parêzvanên Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê cardin êriş biribûn ser ferdên malbata Şenyaşarê û li vir Celal û Adil Şenyaşarê birîndar kuştibûn û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li ber çavê dêya wan Emîne Şenyaşarê lînc kiribûn û kuştibûn. Divê vê bûyerê de ji malbata Yildiz jî Mehmet Şah Yildiz miribû.   Piştî vê derbarê bûyerê de du dosye hatibûn amadekirin. Di dosyeya têkildarî kargehê de ji malbata Şenyaşarê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar hatibû birîn û ji malbata Yildiz jî tenê li Enver Yildiz 18 sal ceza hatibû birîn.    Ji malbata Şenyaşar dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji bûyerê birîndar xelas bû jî ji bo ferde malbatê yê din Fadil Şenyaşar bê berdan û dosyaya komkujiya li nexweşxaneyê pêk hatî vegere dozê û darizandin dest pê bike 412 roj in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin.