ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-24 09:00:36   * Xelkê Cizîrê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin da û gotin: "Êdî baweriya me bi Barzanî nemaye. Divê ku em li dijî şer bisekinin.”    * Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen anî ziman ku li dijî êrişeke gengaz e ew ji parastina civaka êzdî re amade ne û got: "Em îradeya gel in. Em ji parastina civaka xwe re amade ne."    * Akademîsyen Dr. Haşim Zebarî destnîşan kir ku bi vî şerî armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina stuya Kurdistanê ye û got, rabûna li ber van êrişên bi hevkariya PDK'ê erkeke neteweyî ye.    * Parêzera OHD’ê Seda Zengîn anî ziman ku Wezîrê Edaletê bi gotinên xwe rê li ber polîtîkayên bêcezakirinê vedike û wiha got: “Ev polîtîka jî dike ku îşkence û zexta li ser girtiyan zêdetir bibe.”    * Nûnerên jin ên partiyên siyasî, diyar kirin ku dêdi 1'ê Gulanê de daxwazên xwe yên li dijî betalî, kedxwarî, şer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin ziman û gotin: "Ji Newroza bihara gelan, ber bi bihara karkeran 1'ê Gulanê ve."    * Waniyan diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên desthilata AKP'ê ne û gotin, ji ber vê krîzê nikarin debara xwe bikin.    * Berdevka Maseya Dîn û baweriyan a HDP'ê Sabahat Înal Acar, destnîşan kir ku armanca vîlayên ku tê xwestin li Newala Qesaba bên çêkirin, binpêkirina rûmeta gel e.    * Li Komirê Îsê Aslan a 70 salî ku bi gopalê xwe di refa pêşî ya berxwedana li dijî kana mermeran de cih girtiye got: "Mirin jî tê de be, heya ew dest ji xwezaya me bernedin em ê li ber xwe bidin."   * Derheqê 80 kesên tevli bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û Komkujiya Roboskiyê bûne, doz hat vekirin û di îdianameyê de hat xwestin ku 19 kesên hatine tayinkirin bên îxrackirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 412’emîn de berdewam dike.    * HDP wê kongreyên xwe yên Aydin û Mûglayê pêk bîne. Di kongreya Mûglayê de wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar biaxive. (10.00-12.00) ZINDΠ   * Ji ber salvegera 107’emîn a qirqirina ermenan wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn (11.00-18.00)