Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne 2022-04-24 09:09:53   WAN - Waniyan diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên desthilata AKP'ê ne û gotin, ji ber vê krîzê nikarin debara xwe bikin.    Krîza aborî her diçe kûrtir dibe û ji ber ku desthilata AKP-MHP'ê pirnaiya budçeyê ji bo şer veqetandiye, gel hîn bêtir xizan dibe. Waniyan destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên desthilata AKP'ê ne û gotin, ji ber vê krîzê nikarin debara xwe bikin.      'BERPRIS DESTHILATA AKP'Ê YE'   Omer Zekî yê bi meaşê teqawidbûyînê debara xwe dike, destnîşan kir ku tekane sedema krîza aborî polîtîkayên desthilatê ne û got: "Her roj fiyet biha dibin. Ez bi meaşê teqawidbûyînê debara 15 kesan dikim. Ez, 63 salî me û cara ewil e krîzek wiha dibînim. Li vî welatî çandinî pir e, lê em niakrin zexîe bikirin. Ger wisa biçe dê xela rabe. Sedema van krîzan desthilata AKP'ê ye. Berprisê vê rewşê detshilat bi xwe ye."    'BI VÊ DESTHILATÊ ÇARESER NABE'   Cemîl Şahînan jî got: "Ez îro hatim bazarê, lê ji ber bihabûnê min nikaribû hin zebze, fêkî û tiştên din bikire. Ev aborî êdî rast nabe. Bawer nakim ku ev desthilat vê aboriyê çareser bike."    Kazim Abî jî diyar kir ku di nav gendeliyan de maye û got: "Em di meha Remezanê de ne, lê em nikarin titşekî bikirin. Sedema vê krîza abor, rêvebirên vî welatî ne. Çavkaniyên welêt ne ji bo gel, ji bo xwe bi kar tînin."    Tacettîn Tekçe jî destnîşan kir ku desthilat hem mirovan xizan dike hem jî rêzê nîşanî vîna gel nade. Tekçe got: "Min gelek partiyên bûnd esthilat dîtin, lê min nedîtiye tu desthilatan wekî AKP'ê gel tengijandiye. Ev ne krîz e, bi zanebûnî gel bi birçîbûnê terbiye dikin. Dixwazin me bi vî awayî perîşan bikin da ku em muhtacî wan bibin."    Tekçe, bal kişand se rtayinkirina qeyûman jî û got: "Divê tu kes desthilateke ku rêzê nîşanî vîna gel nade qebûl neke."    'WISA BIÇE DÊ XELA RABE'   Pakîze Mamak jî destnîşan kir ku ji ber ku fiyet her roj biha dibin êdî niakre biçe bazarê jî û got: "Berê em hefteyê carekê dihatin bazarê, lê niha em mehê carekê diçin bazarê. Kîloya firingiyan 25 TL, ya bacanên reş 30 TL, ya petatan 10 TL, ya pîvazan 10 TL ye. Ma em ê çawa bikirin? Wisa biçe dê xela rabe. Êdî mirov hew deyax dikin. Em di meha Remezanê de ne, lê em niakrin titşekî bikirin. Sedema vê polîtîkayên desthişatê ne."