‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e' 2022-04-24 09:11:37   SÊRT - Berdevka Maseya Dîn û baweriyan a HDP'ê Sabahat Înal Acar, destnîşan kir ku armanca vîlayên ku tê xwestin li Newala Qesaba bên çêkirin, binpêkirina rûmeta gel e.    Hatibû daxuyandin ku dê li Newala Qesaba vîla bên çêkirin. Newala Qesaba, heya niha bûye mijare gelek fîlm, kilam, stran û pirtûkan. Nêzî navenda Sêrtê ye û 405 donim e. Li vir gelek kesên bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin û gelek PKK'yiyên di dîroikên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî komî hatine veşartin. Tê gotin herî zêde cenazeyê 300 kesan di vir de ye.    Newala Qesaba piştî wextekê ket ber îmarê. Ewilî rêyeke duble lê hat çêkirin û paşê ji bo hêwana dawetan destûra îmarê hat dayîn. Li cihê ku tê texmînkirin goristanên komî lê ne akademiya polîsan hat avakirin û niha jî tê xwestin avahî û vîlla lê bên çêkirin.    Bertekên li dijî vê didomin. Berdevka Maseya Dîn û Baweriyan a Herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabahat Înal Acar, têkildarî mijarê axivî.    ‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'   Acar, anî ziman ku xwestine têkildarî vê projeyê lêkolînê bikin, lê belê bi astengiyên polîsan re rû bi rû mane û got: "Li Newala Qesab hestiyên kurd û ermeniyên bi îşkenceyê hatine kuştin hene. Ev der ji bo gelê kurd cihekî pîroz e. A li vir tê kirin bêhurmetî ye. Dixwazin bi betonê ser vir bigirin. Dixwazin bi vî awayî ser şerma xw ebigirin. Dixwazin li cihekî ku hestiyên mirovan lê veşartî vîlayên bihawiz û avahiyan çêbikin. Em ê li ber vê îşkenceyê bêdeng nemînin. Ên bêdeng bimînin dê li dinya wî aliyî hesab bidin."    BERJEWENDIYÊN ŞÎRKETÊ   Acar, helwesta dînê îslamê ya ji bo goran bibîr xist û got: "Ji bo berjwendiyên şîrketekê dixwazin rûmeta gelekî binpê bikin. Hedîseke pêxemberê me heye ku dibêje 'Kesê li ser gorekê rûnê wekî li ser agir rûniştibe.' Îja dê mirov, dê alîgirên AKP'ê çawa rabin li ser vê goristanê vîlayan çêbikin û tê de rûnên. Di wê goristanê de hestiyên kesên bi îşkenceyê hatine kuştin hene. Dê çawa di vîlayên bihawiz ên li ser goristanê hatine çêkirin kêf bikin? Em di Remezanê de jî çûn lê nehiştin. NEhiştin em biçin wir û projeyê bibînin. Bila rêzê nîşanî miriyên me û nirxên me bidin."    DI SALEKÊ DE 147 ÊRIŞ   Acar, destnîşan kir ku divê alimên îslamê û civaka misilman vê hovîtiyê bike rojev û got: "Gava mesele dibe kurd her kes xwe li bêdengiyê datîne. Li vira meseleyeke mirovahiyê, meseleyek wijdan û ehlaqê heye. Berê gava kesek bimirana mirov bi mehan televîzyon venedikirin, dawet nedikirin. Rêz û hurmet hebû ji bo miriyan. Gava di ber goran re derbas dibûn hêdîka diaxivîn. Îja çi bû ku niha êrişê dibin ser goran, hestiyan dişikînin û betonê dirijînin ser hestiyan? Wekî li Kilyos a Stenbolê. Di vê pêvajoyê de 147 caran êriş birin ser goran. Gor hatin texrîbkirin. Sedemeke siyasî ya van tiştan heye. Ev bi van êrişan dixwazin saxan ceza bikin."    Acar, xwest îmara li Newala Qesaba bê betalkirin û li wir goristan bê çêkirin.