Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin 2022-04-24 09:57:55   ENQERE - Ji 48 kesên ku di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de hatibûn binçavkirin 18 kes hatin girtin, 10 kes hatin berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê dabû. Ji van kesan 48 kes jê hatibûn binçavkirin. Îfadeya kesên di binçavan de didome. Îfade ji aliyê sê dadgeriyên ceza yên sulhê tên girtin. Li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê îfadeya 28 kesan temam bû. Ji 28 kesên îfadeya wan temam bûn 18 jê hatin girtin û jê 10 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Abdûllah Bozkoyûn, Eyupcan Ocal, Erdal Avci, Gulşen Dûran, Berat Anli, Fecrî Tayfûn, Umît Guneş, Zana Doner, Nîzamettîn Onar, Burhanettîn Buduş, Hasan Ûgûr Çat, Mehmet Koyûncû, Huseyîn Daş ên kirariyên îfadeyên wan temam bûn, hatin girtin. Du bi şev jî Nîhat Gezîcî, Îlyas Tekîn, Navaf Ok, Halîl Aslanli, Atalay Bayrak hatibûn girtin. 10 kes jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hatin berdan.    Kesên hatin berdan jî ev in: “Huseyîn Vûral, Mehmet Akin, Mehmet Mûstafa Bîlgînç, Necmettîn Aslan, Selamî Tûrhan, Sevîm Soylû, Sonay Avci, Şahîn Eroglû, Şefîk Ozbey, Ulfiye Ozcan.”