Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin 2022-04-24 12:16:29   RIHA - Têkildarî qetilkirina 3 endamên malbata Şenyaşar piştî 4 salan 4 kes hatin girtin. Ferît Şenyaşar ev yek bi gotina “Edaleta dereng tê zilm e nirxand” û bi lêv kir ku divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin.   Li navçeya Pirsûs a Rihayê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de dema xebatên hilbijartinê de di serdana kargeha wan êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz ê AKP’î êrişên xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê domandibûn û Celal û Adil Şenyaşar û bav Haci Esvet Şenyaşar ê ji bo serdana zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê li pêş çavên dayika Emîne Şenyaşar lînç kiribûn û qetil kirin. Di bûyerê de Kekê parlamenterê AKP’î, Mehmet Şah Yildiz jî bi guleyeke ku ji çekeke nehat ditîn derketibû jiyana xwe ji dest dabû.    Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de tevî ku heman rojê de qewimî jî bûyer weke kargeh û nexweşxane kirin du dosyayên cuda. Di dosyaya lêpirsînê ku tê meşandin de biryara veşartî hêj didome. Têkildarî lêpirsîna ku 4 sal in tê birêvebirin malbat û parêzer nayên agahdarkirin. Têkildarî bûyerê di 22’yê Nîsanê de kekê Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah Yildiz û Şegsîn Yildiz (biraziyê parlementer, xebatkarê şaredariyê), Mûstafa Amaç (şêwirmendê parlementer), Îbrahîm Şîmşek (xizmê parlementer), Mîkaîl Şîmşek û Osman Yildiz (bavê wî) jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin. Hate hînbûn ku navê 43 kesan di dosyaya binçavkirinê de hene. Her 10 kesên hatine binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Li vir piştî dozgeriyê îfadeya her 10 kesan girt, Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz berdan û 9 kesên din bi îdiayên “kuştina bi qesdî” û “windakirina delîlan” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin. Dadgehê Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek, Muslum Yildiz, Îbrahîm Şîmşek girtin û her 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.   PIŞTÎ 4 SALAN 4 KES HATIN GIRTIN   Ji malbata Şenyaşar dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji bûyerê birîndar xelas bû jî ji bo ferde malbatê yê din Fadil Şenyaşar bê berdan û dosyaya komkujiya li nexweşxaneyê pêk hatî vegere dozê û darizandin dest pê bike, 412 roj in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin. Ferît Şenyaşar ê bê navber Nobeta xwe ya Edaletê didomîne geşedanên piştî 4 salan qewimîn ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re (MA) nirxand.    Şenyaşar, destnîşan kir ku piştî 4 salan 4 kes hatin girtin û wiha got: “Komkujiya li nexweşxaneyê komkujiyeke organîzekiriye. Ji ber ku ev komkujî di nava nexweşxaneya dewletê pêk hatiye. Divê hemû kesên ku komkujî organîze kirine û bûne hevparê wê bên darizandin û cezayê pêwîst bigirin.”   ‘DIVÊ BIRAYÊ MIN BÊ BERDAN’   Şenyaşar, diyar kir ku di Nobeta Edaletê ya bênavber li pêş Edliyeya Rihayê didomînin de du daxwazên wan hene û wiha berdewam kir: “Di berdewamkirina têkoşîna me de 2 daxwazên me hene; ya ewil di dosyaya nexweşxaneyê de rakirina biryara veşartinê û vekirina dozê ye. Daxwaza me ya duyemîn jî berdana birayê min (Fadil Şenyaşar) ê 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin e. Heta ku ev daxwazên me bi cih neyên em di çarçoveya sînorên hiqûqê de lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”   ‘ME HÊJ ŞÎNA XWE JÎ NE DANÎYE’   Şenyaşar, destnîşan kir ku tevî bi ser komkujiyê 4 sal derbas bûn jî ji ber edalet pêk nehatiye hêj şîna xwe nedanîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke birayê min ê girtî demildest bê berdan em ê pişt re vegerin mala xwe û şîna xwe deynin. Gotinek heye dibêje ‘edaleta ku dereng tê zilm e’. Em 4 sal in di bin zilmê de ne. Salekê zêdetir e li pêş avahiya edliyeyê ne. Di dawiyê de derbarê doza me de gaveke şênber hate avêtin. Komjiyeke organîzekirî li dijî me li nexweşxaneyê hate kirin, em dixwazin ku kê ev komkujî organîze kiribe kî bibe hevkarê vê komkujiyê bila bên cezakirin.”   MA / Emrûllah Acar