102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin 2022-04-24 13:17:21   NAVENDA NÛÇEYAN - 102 aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên ji Rojhilatê Kurdistanê êrişên AKP'ê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Herêma Kurdistanê dane destpêkirin şermezar kirin.   102 aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên ji Rojhilatê Kurdistanê êrişên AKP'ê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta tirk binpêkirinên hiqûqa navneteweyî didomîne û wiha hat gotin: "Dewleta tirk careke din ji bejahî û hewayî ve êrişî xaka Herêma Kurdistanê kir û ev êriş binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Tirkiye bi binpêkirinên mafên mirovan û piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ'ê xwedî dîrokeke tarî ye ku li dijî nirxên mirovahiyê ye. Mafê tu dewletekê nîne ku bi hinceta parastina ewlekariya xwe ya neteweyî êrişî yekparçeyiya xak û serweriya siyasî ya dewleteke din bike. Êrişên Tirkiyeyê aştî û ewlehiya herêmê û civaka navneteweyî dixe xeteriyê."