Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir 2022-04-24 14:14:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA’yan, wesayîteke li ser rêya gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê hedef girt.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tirkiyeyê bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) di 22’yê Nîsanê de wesayîteke li ser rêya gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê hedef girt. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) wesayît di êrişê de bi temamî xesar dîtî ye.