Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da 2022-04-24 14:58:24     RIHA - Kekê parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz têkildarî qetilkirina 3 ferdên malbata Şenyaşar de diyar kir ku li nexweşxaneya ku komkujî lê pêk hat, bi midurê Miduriyeta Polîsan ê Pirsûsê re tevgeriya ye û “ ji bêsûcbûna xwe re” jî walî weke şahid nîşan da.    Li navçeya Pirsûs a Rihayê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de dema xebatên hilbijartinê de di serdana kargeha wan êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbata Şenyaşar di êrişên li Nexweşxaneyê Dewletê ya Pirsûsê de qetilkiribûn û 2 jî jê birîndar kiribûn.    Têkildarî bûyerê di 22’yê Nîsanê de kekê Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah Yildiz û Şegsîn Yildiz (biraziyê parlementer, xebatkarê şaredariyê), Mûstafa Amaç (şêwirmendê parlementer), Îbrahîm Şîmşek (xizmê parlementer), Mîkaîl Şîmşek û Osman Yildiz (bavê wî) jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin. Hate hînbûn ku navê 43 kesan di dosyaya binçavkirinê de hene. Her 10 kesên hatine binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Li vir piştî dozgeriyê îfadeya her 11 kesan girt, Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz berdan û 9 kesên din bi îdiayên “kuştina bi qesdî” û “windakirina delîlan” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin. Danişîna ku duh şev dest pê kir de parêzerên bersûcan jî tev li bûn.    WALÎ WEKE ŞAHID NÎŞAN DA   Kekê parlamenterê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz di îfadeya xwe ya dadgehê de sûcdarî qebûl nekirin û îdia kir ku “bêsûc in”. Yildiz, îdia kir ku di dema bûyerê de li nexweşxaneyê nebûye û li nexweşxaneyê bi midurê Miduriyeta Polîsan ê Pirsûsê yê demê re tevgeriya ye. Yildiz, da zanîn ku pişt re bi Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn re maye û “ ji bêsûcbûna xwe re” walî weke şahid nîşan da. Di doza têkildarî kargehê de hatibû dîtin û encam girt de Mehmet Şenyaşar Yildiz weke din ava koma li nexweşxaneyê de êriş kir teşhîs kiribû. Parêzerê S.G. di parastina xwe de diyar kir ku muwekîlê wî zewicî ye, zarokên wî hene heke bê girtin wê mexdur bibe û xwest were berdan. Di parastina parêzeran de hate hînbûn ku derbarê Yildiz de “biryara parastina nêz” hatiye wergirtin û nêzî 4 sal in ji aliyê 2 polîsan ve tê parastin. Parêzeran îdia kir ku Yildiz zeviyek bi 2 milyon lîreyan kirê kiriye û ev yek ji bo berdana wî weke hincet nîşan dan.    BI ARASTEKIRINA WEKÎL TEVGERIYA   Biraziyê Yildiz ê AKP’î ku piştî tayînkirina qeyûm weke Midurê Karên Fenê li Şaredariya Pirsûsê dest bi kar kir, Huseyîn Yildiz jî sûcdarî red kirin û xwest bê berdan. Parêzserê Yildiz S.G. diyar kir ku têkildarî bûyerê rapora pispor ku ji aliyê TRT’yê ve hatiye amade kirin heye û îdia kir ku ew kesê ku di dîmenan de ne muwekîlê wî ye. Şewirmendê Yildiz Mûstafa Amaç jî îdiakir ku bêsûc e. Parêzerê Amaç T.O.H. bi lêv kir ku muwekîlê wî şewirmendê wekîl e û got: “Roja bûyerê bi araste kirina parlamenter tevgeriya ye.”   Bersûcên din Îbrahîm Halîl Şîmşek, Mehmet Yildiz, Mikaîl Şîmşek, Mûstafa Dûrmaz û Muslum Yildiz jî di parastinên xwe de gotin ku “tu têkiliya wan bi bûyerê nîne” û xwestin bên berdan. Lê Mehmet Yaşar di doza têkildarî kargehê de teşhîs kiribû ku van kesan jî di bûyerê de cih girtibûn.    4 KES HATIN BERDAN 4 KES HATIN GIRTIN   Dadgeha ku biryara xwe aşkera kir Dadgehê Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek, Muslum Yildiz, Îbrahîm Şîmşek girtin û her 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.   MA / Emrûllah Acar