ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-25 09:00:59 * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da û ev tişt got: "Kesên ku vê êrişê dane destpêkirin û kesên ku têde cih digirin jî wê winda bikin." * Gokhan Yildirim ku 125 roj in bi daxwaza darizandina adil di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku Dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayê Giran, ji serlêdana wan a ji bo qedexe, sînrodarkirin û mafê suhbetê re gotiye ku eleqeya wan pê tuneye û serlêdana wan hewaleyî Wezareta Edaletê kiriye û Wezareta Edaletê jî gotiye ku ne ew dê îdare biryar bide.   * Emîne Şenyaşar ku ji malbata wê 3 ferd hatin kuştin, diyar kir ku bi girtina 4 kesan edalet pêk nayê û ev tişt got: "Herkesê ku di komkujiyê de cih girtiye divê bê girtin. Heta kurê min bê berdan em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin."   * Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku çû gundê Timoqê ku lê îşkence li gundiyan hatibû kirin, diyar kir ku hewl tê dayîn gund bê valakirin û leşkeran li gelek deverên gund daran birîne û bi kepçeyan erdê vedane. Başaran, qala îşkenceya ku li gundiyan hat kirin jî kir û da zanîn ku îşkenceyeke giran li gundiyan hatiye kirin.    * Jineke afganistanî ku ji aliyê Talîbanê ve hatibû revandin û di berdêla tapoyê mala xwe de hat berdan û neçar maye ji welat derkeve û  ji ber ewlehiyê em naxwazin navê wê bidin, diyar kir ku Talîban niha hewl dide li dijî hazarayên li welat qirkirin pêk bîne.    * AYM'ê, qedexekirina navên ku di wan de tîpa "w" heye û kurd li zarokên xwe dikin weke binpêkirin qebûl nekir.    * Hilberînerên mişmişan ku îsal qeşayê li mişmişê wan da û bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne, daxwaz kirin ku li gorî tapoyan tespîta xesara wan bê kirin, deynê wan bêfaîz bê taloqkirin, ji bo ketana çandiniyê OTV û KDV bê rakirin û banga piştgiriyê kirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 413'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 12'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza karsaz Osman Kavala yê girtî jî di nav de 16 parêzvanên mafê mirovan dê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 13'emîn bê lidarxistin. (10.00)   * Erkan Yildirim ê ku birayê wî Gokhan Yildirim çalakiya rojiya mirinê li dar xistiye dê bi daxwaza edaletê ji ber Edliyeya Kartalê ber bi Enqereyê ve meşê bide destpêkirin. (12.00)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, rêveberên HDP û nûnerên rêxstinên sivîl dê bi boneya pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûr Rohilat a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00) ZINDÎ   * Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a HDP'ê dê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (15.30)