Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane 2022-04-25 09:20:09 ÊLIH - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku çû gundê Timoqê ku lê îşkence li gundiyan hatibû kirin, diyar kir ku hewl tê dayîn gund bê valakirin û leşkeran li gelek deverên gund daran birîne û bi kepçeyan erdê vedane. Başaran, qala îşkenceya ku li gundiyan hat kirin jî kir û da zanîn ku îşkenceyeke giran li gundiyan hatiye kirin.  Li gundê Timoq ê navçeya Hezoyê ya Êlihê ku bi işkenceya leşkeran li gundiyan kiribû hatibû rojevê, qedexeya derketina derve ya di 31'ê adarê de hatibû îlankirin piştî 25 rojan hat rakirin. Hat hînbûn operasyona ku bi hinceta wê  têketin û derketina ji gundê Timoqê hatibû qedexekirin jî li bejahiya gundên Mişrîta, Kêl Hezna û Elqîs didome. Parlamentera Êlihê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku di 5'ê nîsanê de têketine wê ya gundê Timoqê ji aliyê leşkeran ve hatibû qedexekirin, piştî 20 rojan bi rakirina qedexeyê re bi heyetekê re çû gund û tiştên qewimîne ji devê gundiyan guhar kir.    Başaran, derbarê serdana xwe ya gund de axivî û diyar kir ku têkiliya gund a bi dinyayê re hatiye qutkirin û gundî li gundê xwe bi îşkence û binçavkirinê re rû rû mane û wiha got: "Xwezaya gundiyan hatiye talankirin. Dîmen û gotinên Yahya Karabaş ku piştî operasyonê li gund îşkence li gundiyan hatiye kirin, hebûn. Rêbaza sexte û înfaza derewîn pêk anîne. Armanc kirine ku gundî li dijî xwe îfade bidin û gund vala bikin. Tiştên bi serê Karabaş de anîne delîla vê yekê ye. Li ber serê Karabaş çek teqandine. Li daristanê bi saetan îşkence lê hatiye kirin, Bi saetan di nav heriyê de îşkence lê kirine. Piştî ku îşkenceyeke giran lê hat kirin Karabaş hat berdan. Kesên ku îşkence lê kirin ji ber ku tiştekî bikin nedîtin neçar man wî berdan." (Lê piştî ku 3 caran wî binçav kirin Karabaş hat girtin)   WÊ GILIYA ÎŞKENCEYÊ BIKIN   Di axaftina xwe de Başaran, bi lêv kir ku 25 rojan têkiliya gund a bi dinyayê re hatiye birîn û piştî rakirina qedexeyê çûne gund û ev tişt gotin: "Lê dema ku em hatin gund me dît ku ne tenê bi dinyayê re asteng kirine ku gundî bi hev re jî têkilî deynin. Ji bo ku gundî bi hev re nekevin têkiliye û bi hezaran leşker li gund bi cih kirine. Bi kepçeyan gelek dever vedane. Me hîn kir ku darên gundiyan birîne û talan kirine. Ji ber qedexeya ku 25 rojan berdewam kiriye, îşkenceya hatiye kirin, binçavkirin û talankirina xwezayê gundî fikara ewlehiya canê xwe dikin. Gundî dibêjin ku hê jî operasyon didome. 15 kesan binçav kirin, îşkence li gelek kesan kirin û 3 kesan bêhiqûqî girtin. Yek ji van kesan 80 salî ye. Hê jî derûniya gundiyan nebaş e. Gundiyan ragihand ku sekna leşkeran a li gund didome û teqîn li gund pêk tên. Gotin her gava operasyonê sûc bûye. Em ê bi gundiyan re giliya îşkenceya hatiye kirin bikin."   DIXWAZIN GUND VALA BIKIN   Başaran, destnîşan kir ku ji salên 1990'î ve gundê Timoqê weke "herêma ewlehiyê ya taybet" tê dîtin û bi armanca valakirina gund zext li gundiyan tê kirin û wiha axivî: "Demeke dirêj e destûr nayê dayîn ku gundî li çêrgehê sewalên xwe biçirînin. Bi çêrgehê re li derdora gund jî ev qedexe didome. Ev bêhiqûqî demeke dirêj e didome. Hewl didin gund vala bikin û gundiyan beri bi bajar ve koçber bikin. Dixwazin li bajaran mekanîzmayên kontrolê ava bikin û wan ji çanda wan dûr bixin. Beriya niha bi şewitandin gundan hewl dabûn vê bikin. Bi serneketin. Weke beriya niha dîsa gundiyan li ber xwe da. Van îşkencekaran wê weke salên 1990'î bi sernekevin."   'WALÎ SÛC DIKE'   Di berdewamê de Başaran, da zanîn ku daxuyaniya Walîtiya Êlihê ya derewandina îşkenceyê ji bo alîgirtina sûc û sûcdaran e û ev tişt anîn ziman: "Waliyê ku sûc dike wê bê darizandin. Derbarê îşkenceyê de hem gotinên şahidan hem jî raporên bijîjkan hene. Sorbûna çavê Karabaş jî ji bo van nabe delîl. Vê daxuyaniyê didin. Niha nebe jî wê di demên pêş de ev walî bê darizandin. Gundiyan derbarê îşkenceya ku li Sadûllah Karabaş hatibû kirin de agahî dan. Bi Yahya re jî min hevdîtin kir. Dema pê re axivîm jî hê şopên îşkenceyê li ser çavên wî hebûn. Ji ber ku Sadûllah pê re hatibû girtin derbarê wî de me agahî negirtibû. Min malbat û parêzerê wî re hevdîtin kir. Îşkenceya ku li Yahya hatiye kirin li wî jî hatiye kirin. Torbe kirine serê wî. Mehmeleya li dijî mîrovahiyê anîne serê wî. Gundiyên din jî ragihandin ku îşkenceyeke giran li Yahya û Sadûllah hatiye kirin."    MA / Fethî Balaman