Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin 2022-04-25 09:49:48 RIHA – Ji ber komkujiya li Pirsûsê hatibû kirin di 22’yê nîsanê de 4 kes hatin girtin. Parêzerê malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek bal kişand ser destwerdanên di dosyayan de û wiha got: “Em ê li dijî derhiqûqiyên hatine kirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.”  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Komeke qelebalix a ji xizm û parastvanên parlamenter Yildiz pêk dihat, bi hinceta çendek rexneyan êrişî 6 endamên malbata Şenyaşar kirin û birîndarkirin. Endamên malbatê rakirina nexweşxaneyê lê êriş li wir jî berdewam kir. Li gel ku rayedarên dewletê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bûn, hevjînê Emîne Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên wê hatin lînckirin û qetilkirin. Di heman bûyerê de kekê jinbavê yê parlamenterê AKP’ê Mehmet Şah Yildiz jî di encama guleyeke ku nehat zanîn bê ka ji kîjan çekê hatiye avêtin, hate kuştin.  Li gel ku heman bûyer jî bû, dozgeriyê lêpirsîna derheqê bûyerê de weke dosyaya êrişa li kargehê û ya li nexweşxaneyê kirin du dosyayên cuda. Di çarçoveya dosyaya kargehê de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar hate birîn û 18 sal ceza jî dan Enver Yildiz. Ev 4 sal in biryara nepeniyê li ser dosyaya nexweşxaneyê heye.    Di çarçoveya dosyaya nexweşxaneyê de ku biryara nepeniyê hêjta didome, di 22’yê nîsanê de bavê parlamenter Yildiz ê bi navê Osman Yildiz, kekê wî Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah, Huseyîn Yildiz û şêwirmendê wî Mûstafa Amaç jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Kesên navborî rojekî di bin çavan de man û piştî kar û barên îfadegirtinê jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li edliyeyê ku gelek polîs lê hatibûn bicihkirin, Osman Yildiz û Osman Şah Yildiz hatin berdan. 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Danişîna dozê heta saetên dereng ên şevê berdewam kir. Di encama danişînê de derheqê kekê parlamenter Yildiz, Celal Yildiz û Mekaîl Yildiz de bi sedema “kuştina bi qesdî” û “birîndarkirina bi qesdî”, derheqê Halîl Şîmşek û Muslum Yildiz de jî bi sedema “Tunekirin û veşartina delîlan” û “Dizîna alavên hatine muhefezekirin” biryara girtinê hate dayîn. Huseyîn Yildiz, Mehmet yildiz, Mûstafa Durmaz û Mûstafa Amaç jî bi daxwaza girtinê hatibûn sewqkirin lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir û bi şertê kontrola edlî ku hefteyê du rojan îmzeyê biavêjin û qedexeya derketina derve biryara berdanê da.    Parêzerê malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek têkildarî biryara nepeniyê ya 4 salan a li ser dosyayê, girtinên dawî û daxwaza edaletê ya malbatê bi ajansa me re axivî.    DESTWERDANA 3’YEMÎN A LI DOSYAYÊ   Parêzer Hîdayet Enmek da zanîn ku heta niha du caran destwerdan li dosyayên derheqê komkujiyê de hatine kirin û wiha got: “Destwerdana ewil di roja komkujiyê de hate kirin ku hewl dan bûyerê berevajî bikin. Xwestin malbatê ‘terorîze’ bikin û weke bûyereke siyasî nîşan bidin. A duyemîn jî; dozgeriya ku diviyabû weke tenê bûyerekê binirxîne, weke dosyaya kargehê û ya nexweşxaneyê du dosya û lêpirsînên cuda vekirin. Nêzî 4 salan nehiştin em xwe bigihînin dosyaya nexweşxaneyê. Di encama operasyona roja înê de 10 kes hatin binçavkirin û ji van 4 kes hatin girtin. Ev geşedan di esasê xwe de nîşaneya bêhiqûqî û berdewamiya destwerdana ne. Ji ber ku em baş pê dizanin ku di komkujiya li nexweşxaneyê de zêdetirî 30 kes raste rast beşdar bûne, sor kirin û rol girtine. Teşhîsên di vê mijarê de hene. Girtina 4 kesan nîşan dide ku dosya bi hûr û kûr nehatiye destgirtin û lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Faîlên esasî niha li derve ne. Îbrahîm Yildiz ku di doza kargehê ya li Meletiyê de biryara girtina wî hatiye dayîn, ev 4 sal in li derve digere û nehatiye girtin. Hewceye li gel 4 kesên di roja înê de hatine girtin, her wiha zêdetirî 30 kesên din bihatina girtin. Girtina tenê 4 kesan, mirov dikare weke destwerdana 3’yemîn a di dosyayê de destnîşan bike.”    ‘DARIZANDIN, JI HÊLA HIQÛQÊ VE SEQET E’    Enmek, diyar kir ku di dosyaya ku ceza li Fadil Şenyaşar hatiye birîn de pêvajoya darizandinê ji hêla hiqûqî ve “seqet” e û wiha domand: “Ji ber ku li şûna ku rêzebûyerên heyî weke yek bûyer were nirxandin, kirine du bûyer û di encama vê darazê de jî ceza hatiye dayîn. Ji destpêka bûyerê heta dawiyê, tevahiya çalakî û tevgerên Fadil Şenyaşar ji bo parastina kargehê û birayên xwe ye. Divê ev yek jî di çarçoveya mafê parastina rewa ya TCK’ê de were nirxandin. Fadil Şenyaşar ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yek ji daxwazên malbatê berdana Fadil Şenyaşar û ya din jî darizandina kujerên endama malbata wan in. Heta niha jî ev daxwaz pêk nehatine. 4 kes hatine girtin ku du ji wan bi sedema ‘kuştina qesdî’ û yên din jî bi sedema ‘tunekirina delîlan û diziyê’ hatine girtin. Lê kesên di esasê xwe de li nexweşxaneyê komkujî pêk anîne nehatine binçavkirin. Hêjta jî zexta hiqûqî û destwerdan heye. Her çend ku derfeta me ya nihêrîna naveroka dosyayê nebe jî, li gorî agahiyên ketine dest û çavdêriyên me, zêdetirî 30 kes hene. Girtina 4 kesan, fikarên me yên derheqê hiqûqê de dîsa piştrast kirin.”    ‘GELO MA TESPÎTKIRIN KAREKÎ EWQAS ZEHMET E?’    Bi domdarî Enmek diyar kir ku têkildarî bûyera li nexweşxaneyê ev bû 4 sal ku tu îdianame nehatine amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê piştî 4 salan 10 kes weke gumanbar hatin binçavkirin û ji van jî tenê 4 kes hatin girtin. Gelo ma tespîtkirina gumanbaran karekî ewqas zor e? 3 sal berê me 3 caran li dozgeriyê kar û barên teşhîsê kirin. Ji bilî van kesên hatine binçavkirin, her wiha me gelek kesên din teşhîs kirin. Lê tevî vê yekê jî 4 sal piştre îfadeyên wan hatin girtin.”    ENCAMA TÊKOŞÎNÊ YE   Di berdewamê de Enmek got ku binçavkirinên di 22’yê nîsanê de encama têkoşîna malbatê ya Nobeta Edaletê ye ku ev 413 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê didome û ev tişt anî ziman: “Weke parêzerên malbatê me di demên berê de ji ber bêhiqûqiyên heyî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê daxwazên me nehatin qebûlkirin. Ji ber van binçavkirin û girtinên dawî, weke parêzerên malbatê em ê dîsa serî li AYM’ê bidin. Em ê bi dozgerê dosyayê re hevdîtinê bikin û hemû belgeyên ne di çarçoveya bisînorkirinê de jê bixwazin. Em ê piştre van belgeyan binirxînin û hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin.”    NOBETA EDALETÊ DIDOME   Enmek, bal kişand ser Nobeta Edaletê û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek sazî, dezgeh û baroyan piştgirî dan Nobeta Edaletê û çalakî hîn xurtir bû. Girîng e ku vê piştgiriya xwe bidomînin. Ev çalakiya nobetê, di demên dawî de yek jê mezintirîn çalakiya bêîteatiya sivîl e. Qîrîna edaletê ye. Heke sazî û dezgehê heyî dîsa piştgiriyê bidin malbatê, dibe ku rewşa dozê veguhere asteke cuda. Hêj jî daxwazên malbatên yên edaletê pêk nehatine lewma jî çalakî berdewam e. Weke parêzerên malbatê dê alîkariya me ya hiqûqî ya bi malbatê re bidome. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku ji bo piştgiriya bi çalakiyê re bên serdana Nobeta Edaletê.”     MA / Emrûllah Acar