Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin! 2022-04-25 15:55:30   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryar da ku parêzerên Doza Kobanê nekarin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibin.    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 12’emîn danişîna dozê ku 21 kes tê de girtî tên darizandin, li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer jî amade bûn.    Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeya dadgehê beriya ku ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin bixwîne, dest bi guhdarîkirina gilîkeran kir. Parêzer Çîgdem Kozan, parêzer Alî Bozan û siyasetmedar Mesut Bagcik, Ayla Akat Ata, Alp Altinoz û Zeynep Olbecî bertek nîşanî vê kiryara şandeya dadgehê dan. Di danişînê de Olbecî parastina xwe bi kurdî kir. Olbecî, diyar kir ku beriya niha ji şandeya dadgehê re gotibû ku dixwaze parastina xwe bike lê wate nadin bê ka çima dadgehê gilîker û şahid anîne dadgehê. Bi domdarî Olbecî wiha got: “Şandeya dadgehê beriya niha em bi ‘reva ji parastinê’ tawanbar dikir. Lê tevî ku dixwazin parastina xwe bikim jî niha li gilîkeran guhdar dike.” Şandeya dadgehê jî îtîrazên heyî rad kir û biryar da ku ji ewil li şahid û gilîkeran bê guhdarîkirin.    ‘BIRYAR LI DIJÎ USÛLÊ YE’    Parêzer Alî Bozan jî da zanîn ku şandeya dadgehê li dijî usûlan tevdigere û biryara wê bi biryarên bêrê re hev nagire. Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê girt û da zanîn ku nahêlin parêzer ji Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibin. Demîrtaş, da zanîn ku heke ji vê biryarê neyê vegerîn dê danişînê biterikîne. Parêzeran da zanîn ku li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, hatiye qedexekirin ku parêzer li ser SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bibin.    Li ser îtîraza Demîrtaş, şandeya dadgehê got ku qanûneke ji bo amadekirina odeyên SEGBÎS’ê nîne û îtîraz red kir.    Piştî biryara şandeya dadgehê, siyasetmedar Sebahat Tuncel mafê axaftinê girt û wiha got: “Li ser vê kursiyê me gelek caran qala bêhiqûqiyê kir bê ka çawa weke hiqûqê tê nîşandan. Gelo hûn CMK’eke nû ava dikin? Em, ev bû salek li vir în û gelek caran di çarçoveya vê dosyayê de bêhiqûqî hatin kirin. Li gorî CMK’ê; ji ewil ewraqên nû tên xwendin û piştre jî parastin tê kirin. Lê hûn bi vê biryarê nakin. Serdozgeriyê biryar da ye ku parêzerên me nekarin li ser SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibin. Lê hûn îtîraz nakin. Sedema vê jî darizandina kurdan e. Mafê min ê parastinê tê astengkirin. Hûn bi hîleyan vê dozê birêve dibin û ne hûn lê desthilatdarî me didarizîne. Çima dema mijar dibe em, hûn qanûnan pêk nayînin? Heke em hemwelatiyên vî welatî bin, li gorî qanûnan tevbigerin. Nexwe bibêjin; ‘kurd û sosyalîst ji hemwelatîtiyê derketin û bi CMK’ê nayên darizandin.’”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî bertek nîşanî biryara dadgehê da û got ku mafê wan ê herî bingehîn ê parastinê tê binpêkirin.    Şandeya dadgehê îtîrazên heyî dîsa red kirin û dest bi guhdarîkirina gilîkeran kir.    Danişîna dozê bi îfadeyên gilîkeran berdewam dike.