Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan 2022-04-25 16:39:40   ÎZMÎR  - Xizmên girtiyan ên Îzmîrê di roja 52’yemîn a Nobeta Edaletê de bertek nîşanî operasyona hevpar a AKP-PDK’ê dan û wiha gotin: “Em vî şerî qebûl nakin.”    Malbatên girtiyan bi mebesta ku girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 52’yan de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn.    NAYÊ EMELIYATKIRIN   Dayika Firat Yagmekan ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklar a Bucayê tê ragirtin Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku hefteyek berê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye. Yagmekan, diyar kir ku kurê wê bi nexweşiyên hemoroît, fetqa golimê û zerikê ketiye û wiha got: “Her wiha ronên wî diêşin. Kurê min got ku nayê dermankirin û li wan nayê nihêrtin. Divê kurê min emeliyat bibe lê nayê kirin. Ev 52 roj in em dayik ji bo zarokên xwe li ber xwe didin. Zarokên me dibêjin ku bi darê zorê odeyên wan tên guhertin û derhiqûqî li wan tê kirin. Ev kes ji xwe di girtîgehê de ne lê ma hûn çima vê zext û bêedaletiyê li wan dikin. Li der ve çi ji destê me were em ê bikin.”    ‘EM ŞER QEBÛL NAKIN’    Bi domdarî Yagmekan bal kişand ser êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û wiha got: “Divê Barzanî di zûtirin dem de dawiyê li vî şerî bîne û aqilê xwe bîne serê xwe. Em dibêjin ku ‘em birayên hev in.’ Baş e lê çima birayek van tiştan bi serê birayê din tîne. Ma dê ev zilm heta kengî bidome. Êdî bes e.  Em operasyona ku bi hevkariya Barzanî li Herêma Federal a Kurdistanê hatiye destpêkirin şermezar dikin û dibêjin ku em vî şerî qebûl nakin.”