80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê 2022-04-25 17:02:05   COLEMÊRG - Operasyona ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin didome. Hat zanîn ku heta niha 80 cenazeyên leşkeran anîne Geverê û ji vir jî şandine Enqereyê.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi operasyonê kiribû. Di çarçoveya operasyonê de li herêmê şerekî dijwar diqewime. Tê gotin ku di encama pevçûnan de heta niha gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, 4 roj berê cenazeyên 80 leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Gever a Colemêrgê. Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî kar û barên li Geverê jî ev cenaze li Balafirgeha Selahattîn Eyubî ya Geverê şandin Enqereyê.    Her wiha leşkerên ku di pevçûnan de birîndar bûyîn jî li nexweşxaneya ku li herêma Oremarê hatiye avakirin tên dermankirin. Ji ber ku hejmara leşkerên birîndar gelek zêde ye, leşkerên birîndar û yên hatine kuştin derbasî Nexweşxaneyên Dewletê yên Çelê û Colemêrgê hatin kirin.