Li Bazîdê 3 kes hatin girtin 2022-04-25 17:54:01   AGIRÎ – Welatiyê 73 salî Mûstafa Taşdemîr jî di nav de ji kesên li Bazîdê hatine biçavkirin 3 jê hatin girtin.   Polîsan di 22’yê nîsanê de li navçeya Bazîd a Agiriyê bi ser malan de girt û Mûstafa Taşdemîr ê 73 salî jî di nav de 3 kes binçav kirin. Piştî bidawîbûna kar û barên li Midûriyeta Emniyetê, her sê welatî jî sewqî Edliyeya Bazîdê hatin kirin. Piştî kar û barên îfadeyê, dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê her sê welatî sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman sedemê ji bo Hevseroka HDP’a Bazîdê Gonul Ozturk, welatiyê 72 salî Mûstafa Taşdemîr û rêveberê HDP’ê yê navçeyê yê berê Bahattîn Ozturk biryara girtinê da. Kesên hatine girtin şandin Girtîgeha Tîpa L a Panosê.