Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye 2022-04-25 17:40:32       ÊLIH- Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses di çalakiya ku Serokê TBB’ê Erînç Sagkan û parêzerên 11 buroyan beşdar bûyîn de axivî û wiha got: “Polîsê ku parêzer Orhan Alphan derb kiribû hêj jî li ser karê xwe ye.”    Baroya Êlihê ji ber îşkenceya ku polîsekî li parêzer Orhan Alphan kiribû, li pêşiya Edliyeya Êlihê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, serokên buroyên Semsûr, Agirî, Çewlik, Bêdlis, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Amed, Riha, Şirnex û Wanê û gelek parêzer jî bi cubeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em tundiya polîs a li dijî parêzer Orhan Alphan lanet dikin” hatibû vekirin.    Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses di daxuyaniyê de axivî û tundiya li parêzer Orhan Alphan hatiye kirin bi bîr xist. Şenses, diyar kir ku di êrişê de poz û diranên Alphan hatine şikandin û wiha domand: “Tevî ku gilî hate kirin jî derheqê polîsê îşkencekar de biryara binçavkirin an jî girtinê nehat dayîn. Bi ser êrişê re 10 roj derbas bûn lê hêj jî polîsê ku êrişî Alphan kiriye li ser karê xwe ye. Walîtiya Êlihê hêj jî derheqê lêpirsîneke derheqê polîsî de daxuyaniyek nedaye. Ev helwest jî biqasî tundiya polîs girîng e.”    Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî da zanîn ku di nava 3 mehan de 21 parêzer hatine birîndarkirin û 3  parêzer jî hatine kuştin. Sagkan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sala 2022’yan de jî 7 parêzeran întîhar kir. Tundiya polîsan jî li ser vê rewşa xerab a parêzeran zêde bûye. Em li gel hevalên xwe yên parêzer ên rastî tundiyê hatine ne. Tundiya li dijî parêzeran, êrişeke li dijî mafê parastinê yê hemwelatiyan e.”    Parêzer Alphan jî spasiya parêzeran kir û da zanîn ku heta encamekî bi dest dixe jî dê bûyerê bişopîne.