Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin 2022-04-26 09:51:47   AMED - Holdînga Limakê ji ber krîza aborî çêkirina nexweşxaneya bajêr a li Amedê rawestand û xwest heqê îhaleya wê bê zêdekirin.     Înşeata Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê kut ê tê plankirin li Amedê bê çêkirin, ji ber krîza aborî hat rawestandin. Nexweşxane li taxa Talaytepe ya li Peyasa Amedê li ser 493 donim erd dest bi çêkirina wê hatiye kirin. Milyarek û 93 milyon û 312 hezar TL ji bo îhaleya wê hatiye veqetandin. Di mehên derbasbûyî de bi tevlibûna AKP’iyan merasîma çêkirina wê hatibû kirin. Çêkirina vê nexweşxaneyê jî dan xwediyê Holdînga Limakê Nîhat Ozdemîr. Ev Ozdemîr ango holdîng jî bi alîgiriya xwe ya nêzî îktidarê tê nasîn.  Li înşeatê makîneyên kar hatin sekinandin û şofêrên operataroên kar û kamyonên xefriyatê şandine destûr bêheq. Karkerên di înşeatê de dixebitin jî û ku naxwazin derbarê înşeatê de biaxivin jî rawestandina înşeatê piştrast dike.    ‘PEREYÊN ZÊDETIR DIXWAZIN’    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Amedê Şiyar Guldîken jî derbarê mijarê de anî ziman ku nexweşxaneyên bajêr ne ji bo tenduristiyê ji bo rantê dê xizmet bikin û got: “Vê pêla krîza aborî qada ranta wan tengav kir. Ji ber kar û ranta wa nkêm bû niha jî bêtir pere dixwazin. Dixwazin ku îhaleya wan bê bihakirin. Katrilyonek û 93 trîlyon têra wan nekir. B ivî pereyî 10 nexweşxaneyên din tên çêkirin. Ev eraziyê dewletê ye dane Lîmakê. Wek bexşekê dane wan. Wê bihayê projeya hatiye dayîn jî ji berîka xelkê derkeve. Dê ev nexweşxane problema tenduristiyê çareser neke. Ji ber ku li ser rantê tê çêkirin. Şirketa ku wê îktidar îhaleyê bidayê ji berê ve diyar kiriye. Îktidarê bihayê ku daye projeyê di navber xwe û xwediyê îhaleyê de parve kiriye.”    MA / Ergîn Çaglar