Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan 2022-04-26 11:18:02   AGIRÎ - Li gundê Xarik ê bi ser navçeya Bazîdê ve 4 cerdevanên ku nexwestin tevli operasyona derveyî sînor bibin dest ji çekan berdan.    Li gundê Xarik ê bi ser navçeya Bazîda Agiriyê ve 4 cerdevanan bertek nîşanî şerê li dijî Başûrê Kurdistanê dan û dest ji çekan berdan. Hat zanîn ku cerdevanan bi armanca tevlî şerê li dijî Başûrê Kurdistanê nebin û şerê li Çiyayê Tendurekê ku tê diyarkirin dê dest pê bike nebin, dest ji çekan berdan e.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatiye bidestxistin, gelek cerdevanên din jî nerazîbûn anîne ziman û heke tevlibûna şer li wan bê ferzkirin dê dest ji çekan berdin.