Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe 2022-04-26 11:22:39   NAVENDA NÛÇEYAN -  Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê têkildarî êrişa Tirkiye û PDK’ê ya li ser Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Xanedaniya Barzaniyan careke din nîşan da ku tu eleqeya wan bi kurdîtiyê nîne. Erdogan çiqas kurd be, xanedaniya Barzanî jî ewqas kurd e. Lê divê li dijî vê êriş û dagirkeriyê hemû kes têkeve nava refên têkoşînê.”    Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel şert û mercên giran ên tecrîdê jî weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê hewl didin bûyerên heyî ji nêz ve bişopînin û bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê.    Bi domdarî hat destnîşankirin ku Tirkiye mîna berê, niha jî hewl dide PDK’ê tev li şer bike û ev tişt hatin parvekirin: “PDK, bi asta heyî ya xiyaneta xwe re teslîmî dewleta tirk bûye û bi her gotina wê dike. Mînaka herî şênber a vê yekê ew e ku çend roj beriya êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dolmabahçeyê bi Erdogan re rûnişt. Wêneyê hevdîtinê her tiştî bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Ev wêne mînaka şênber a hevkarî, koletî û teslîmbûna xanedaniya Barzanî ye. Xanedaniya Barzanî veguheriye rewşeke wisa ku tu derdê wan bi kurdîtiyê re nemaye, berjewendiyên xwe yên malbatî di ser her tiştî re dibîne, zêdetirî 30 sal in başûrê Kurdistanê şêlandiye, nirxên madî yên gel kontrol kiriye, li welatên DYA, Tirkiye û welatên cuda pere stok kiriye û bi vî rengî bûye çeteyeke diziyê.”   ‘YEK JI SEDEMA ÊRIŞA PDK’Ê DIZIYA WAN E’   Di berdewamê de hat diyarkirin ku tebeqeya jorîn a xanedaniya Barzanî ji bo karibe xenîmetên xwe biparêzin, dikarin her tiştî bikin û daxuyanî wiha dom kir: “Yek ji sedemên sereke yên êrişa wan a li dijî Tevgera Azadiyê, diziya wan e. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê ji ber ku li tevahiya cîhanê û Kurdistanê destkeftiyên kurdan diparêze û wan mezin dike, xanedaniya Barzanî êriş dike. Herî kêm bi qasî dewleta tirk ji PKK'ê, ji Rêber Apo, hêzên azadiyê û ji gelê kurd ê li her parçeyan ditirse. Lewma sûcên giran kiriye û xiyanetê dike. Çarenûsa vê xanedaniyê û ya Erdogan û AKP'ê bûye yek. Yên ku sûcên wan kifş kirine jî PKK û Serok Apo ye. Sedema esasî ya êrişan ev e.”   ‘ERDOGAN ÇIQAS KURD BE, BARZANÎ JÎ EWQAS KURD IN’   Bi domdarî hat gotin ku tu eleqeya Barzaniyan bi kurdîtiyê nemaye û ev tişt hatin destnîşankirin: “Erdogan çiqasî kurd be, xanedaniya Barzaniyan jî ewqas kurd in. Gelo dikare bê gotin ku Erdogan 'nirxên kurdîtiyê diparêze?' Na. Ew dijminê kurdîtiyê ye. Ji bo tunekirina nirxên kurdan dixebite. Bingeha ku bi xanedaniya Barzanî re li ser li hev kirine jî bi vî rengî ye.”   ‘SERKEFTIN DÊ YA GELÊ ME BE’   Daxuyaniya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê wiha bi dawî bû: “Rastiya Newrozê ya sala 2022'yan, her wiha şervaniya fedaî ya gerîla wê serketinê îsal mîsoger bike. Em ji vê yekê bawer in. Em ê berxwedêriya zindanê li ser vê bingehê bilindtir bikin û di serkeftina sala 2022'yan de bibin xwedî par. Bi baweriya ku sala 2022'yan wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me mîsoger bibe, di serî de gelê Kurdistanê em bang li gelên herêmê û mirovahiya pêşverû dikin ku bi rengekî çalak tev li têkoşînê bibin. Li dijî van êrişên tunekirinê, her mirovekî me dikare tiştekî bike. Gerîla bi rengekî fedaî şer dike. Em bang li ciwanan dikin ku tev li refên gerîla bibin. Her wiha yên ku hêza xwe hene divê li qadan, li kolanan dengê berxwedanê bigihînin her kesî. Yên ku hêza xwe têra vî tiştî nake dikarin li gorî baweriya xwe dua bikin û serkeftinê bixwazin. Ji bo têkbirina van êrişên ku bi piştgiriya gelek hêzên navneteweyî û herêmî tên kirin, berpirsyariya dîrokî ya her kesî ye. Dem hatiye ku ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê teqez bi ser bikevin û Rêberê xwe azad bikin. Serkeftin wê teqez mîsoger bibe. Serkeftin dê ya gerîlayên ku bi fedaî şer dikin û gelê me yê li ber xwe dide, be."