Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin 2022-04-26 12:41:19   AMED - Parêzerên Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bi sedema biryara DMME’yê xwestin ku doza derheqê Beştaş de hatiye vekirin were betalkirin. Lê şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir.    Piştî biryara demkî ya Qanûna Bingehîn, rêya rakirina parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û darizandina wan hate vekirin. Bi vê biryarê re derheqê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş de bi hinceta civîn û axaftinên wê yên beriya biryara Qanûna Bingehîn, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Beştaş îro li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Beştaş beşdarî danişînê nebû lê parêzerên wê Mesût Beştaş û Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn.    Dozgeriyê xwest ku heke daxwazeke cuda ya ku li dosyayê were zêdekirin nebe, ji bo amadekirina mutalaayê bila tevahiya dosyayê jê re were şandin.    ‘DIVÊ DARIZANDIN BI DAWÎ BIBE’   Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku guherîna di xala 20’emîn a Qanûna Bingehîn de hatiye kirin ku rê li ber darizandinê vekir, di 20’ê gulana sala 2016’an de ketiye meriyetê û wiha got: “Tevî ku parêzbendiya miwekîla min hebû jî bi hinceta xala 20’emîn doz hate domandin. Di encama îtîrazên me de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate dayîn. DMME’yê jî derheqê Encû û yên din de biryara binpêkirinê da. Ji ber biryara binpêkirinê ya DMME’yê, rakirina parêzbendiya miwekîla min a bi sedema wê xala demkî, weke binpêkirin hate tespîtkirin. Lewma em dixwazin ku di zûtirin demê de ev darizandin bi dawî bibe û doz were betalkirin.”    XWEST KU DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN    Parêzer Mesût Beştaş jî diyar kir ku encamên xala 20’emîn rê li ber vedike zelal nînin lewma ne di asta qanûnê de ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê jî em dixwazin ku daxwazên me werin qebûlkirin. Me biryara mînak a Enîs Berberoglu jî pêşkeşî we kiribû. Li gorî vê, kesek dema careke din hate hilbijartin, mafê parêzbendiyê dîsa bi dest dixe. Lewma jî li gorî qanûnan nikare were darizandin. Em dixwazin ku ev xal neyê paşguhkirin.”    DOZ HATE TALOQKIRIN    Şandeyê dadgehê xwest ku ji bo 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê müzekkere were nivîsandin û bên agahdarkirin bê ka Beştaş di kîjan dîrokê de weke gumanbar hatiye dîtin û bi kîjan sedemê derheqê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha şandeyê biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozgeriyê re were şandin û daxwaza betalkirina dozê jî red kir.    Şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 27’ê cotmehê kir.