Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin 2022-04-26 13:28:47   AMED - Welatiyê Êlihî ku bi gotinên “Heke hûn ji Ocalan re bêjin terorîst hûn ji 40 milyon kurdan re dibêjin terorîst” bertek nîşanî Serokê Giştî yê Partiya Yenîlîk dabû, hate binçavkirin.    Kadrî Gurel ku helwesta neyînî ya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ya li hemberî mafên kurdan di serdana Ozturk Yilmaz ê ku ji CHP’ê veqetiya û Partiya Yenîlîk ava kir a Êlihê de rexne kir, hate binçavkirin. Gurel ê di 10’ê Nîsanê de di serdana dikandaran ya Êlihê de polîtîkayên neyînî yên li dijî mafên bingehîn ên gelê kurd rexne kiribûn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin. Gurelê ku di saetên serê sibê de bi serdegirtina mala xwe hate binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.   ‘HÛN JI 40 MILYONAN RE DIBÊJIN TERORÎST’   Gurel ji Yilmaz re ev gotin gotibûn: “Me gelek êş kişandin. Hûn tên li vir dengan dixwazin li Enqereyê dibêjin terorîst. Kesê tê vir bila biçe HDP’ê. Kesê li Enqereyê dibêjin terorîst bila lingê xwe neavêjin Êlihê. Kesê bi HDP’ê re hev neke bila neyê Êlihê û me nexapînin. Selahattîn Demîrtaş çima li hundir e. Ji Abdûlah Ocalan re dibêjin terorîst. Ma Ocalan terorîst e? Li gor we wisa ye li gor me ne wisa ye. Heke hûn ji Ocalan re bêjin terorîst hûn ji 40 milyon kurdan re dibêjin terorîst. Ji HDP’ê zêdetir deng ji kesê re nîne.”