Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne 2022-04-26 13:30:26   ENQERE – Endama MYK’a HDP’ê ya berê Zeynep Olbecî di Doza Kobanê de li ser ziman û çand nirxandin kir û diyar kir ku ji wê di biçûkatiya xwe de bi tirkî nizanibûye gelek caran lêdanê xwariye û got: “Di dibistanan de her sibeh hebûna bi qurbana hebûna tirkan dihat kirin.”    Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê di roja 2’yemîn de li Eywana Danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 21 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd ji dozê tên darizandin.    Gelek rêveber û parlamenterên HDP’ê û parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî li eywana danişînê amade ne û girtiyên li girtîgehên din jî tên ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir û pişt re endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Zeynep Olbecî têkildarî esasê parastina xwe kir.    Olmecî bi kurmancî axivî û bi silavkirina yên li eywanê dest bi axaftina xwe kir. Olbecî diyar kir ku ev parastina wê dawî ye heke di demên pêş de delîlên nû derkevin holê dê dîsa parastina xwe bike.    QALA GIRÎNGIYA ÇAND Û ZIMAN KIR   Olbecî da zanîn ku ew dixwaze dest bi parastina xwe bike û derbarê ziman û çandê de çend xalan rêz kir û wiha got: “Polîtîkayên înkarê yên bi sedsalan berdewam dikin, zextan li gelê kurd dikin. Li ser ziman bi hezaran pirtûk hatine nivîsandin. Her nivîskar û lêkolînerekî bîr û ramanên cuda li ser ziman aniye ziman. Her wiha ramanên hevpar ên ku civakê vedibêjin hene. Weke ku tê zanîn bingeha ziman li ser dengbêjiyê ye. Ziman di jiyanê de amûra herî girîng a ragihandinê ye. Ji bo mirovên ku di nav civakê de an jî di nav neteweyan de dijîn zimanek hevpar e. Bi gotineke din, ziman bingehê têgihîştina hev du ava dike. Ew awayê vegotina ramanan e. Li dinyayê du cure mexlûqên ku deng derdixin hene. Heywan û mirov. Dengê heywanan jî heye, lê bi dengê mirovan bi sînor e. Xala herî girîng bêsînorbûna dengê mirovan e. Di xwezayê de bêhejmar deng hene. Mirov dikare van hemû dengên xwezayê teqlîd bike. Ziman hebûna civakî ya xwezayê ye. Lewma ziman saziyeke civakî ye. Di her civakê de heke jiyana civakî nebe ziman jî nabe. Her civak zimanê xwe li ser çanda xwe ava dike. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide ziman.”    ‘230 ZIMAN HATIN JIBÎRKIRIN’    Olbecî bal kişand ser lêkolîna UNESCO’yê û got: “Li gorî lêkolînan 6-7 milyar mirov li ser rûyê erdê dijîn. Zêdetirî 6 hezar ziman têne axaftin. Hemû 6 hezar ziman di nav 200 netewe dewletan de têne axaftin. Tenê 118 zimanên fermî hene. Li gorî lêkolînan gelek ziman û çand bi windabûnê re rûbirû ne. Ji sala 1950’î û vir ve zêdetirî 230 ziman hatine jibîrkirin.”   ‘HELWESTA DADGER JI FERMANA ISLAHATÊ CUDATIR NÎNE’    Olbecî sedema helwesta ku heyeta dadgehê dispêre wan jî prisî û got ev helwest ji Fermana Islahatê pir cudatir nîne. Olbecî diyar kir ku ji wê di biçûkatiya xwe de bi tirkî nizanibûye gelek caran lêdanê xwariye û got: “Di dibistanan de her sibeh hebûna bi qurbana hebûna tirkan dihat kirin.”      Dadger saetek navber da danişînê.