Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin 2022-04-26 14:37:42   AMED - Li navçeya Licê, Behçet Yarûk ku li kedkarên tenduristiyê da û bi çeka ku ji polisan girt gule berî derdorên da hat girtin.    Li navçeya Licê ya Amedê, xizmên Cuneyt Yarûk ku ceyranê pê girtibû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Halîs Toprak jiyana xwe ji dest dabû, li nexweşxaneyê êrişê kedkarên tenduristiyê kiribûn. Ji ferdên malbatê yên êriş pêk anîbûn Behçet Yarûk ku çeka polis jê girtibû û pê gule berî derdorê dabû û li cihê bûyerê hatibûn binçavvirin, hat girtin.