Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin 2022-04-26 14:52:59   STENBOL - Erkan Yildirim, Huseyîn Kutuk û Mûhammed Akyildiz ku ji bo qebûlkirina daxwazên Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim xwestin bimeşin Enqerê careke din hatin binçavkirin.    Çalakiya rojiya mirinê ya Sîbel Balaç ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqerê girtî ye û Gokhan Yildirim ku li Girtîgeha Hejmara 1 Tîpa E ya Tekîrdagê girtî ye, dane destpêkirin, didome. Birayê Yildirim Erkan Yildirim û Ferîdûn Osmanagaoglû, ji bo balkişandina rojiya mirinê û daxwaza edaletê duh biryar dabûn ku ji ber Edliyeya Kartalê ya ber bi Enqerê dest bi meşê bikin. Polisan beriya meşê Yildirim û Osmanagaoglû binçav kiribûn û di saetên êvarê de ew berdabûn.    Yildirim û Osmanagaoglû ku diyar kirin wê di meşê de israr bikin, bi Huseyîn Kutuk û Mûhammed Akyildiz re derket Qada Kartalê û xwestin dest bi meşê bikin. Yildirim, Kutuk û Akyildiz careke din ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin.